wicûdim řaste xoy sûta welê ekser xetay yare

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  651 Dîtin
wicûdim řaste xoy sûta welê ekser xetay yare
le esła qelbî min gogirde şu’ley řûyî ew nare
be mecnûnî le sîdqa ger minîş leylaperistî kem
segî dergahî yare mûnîsim ger nenge wer ’are
ḧîsabî min legeł talî’ nema ger se’de wer şûme
le her la řûyî diłdare lewêda bextî min yare
le ẍem îtir be sextî ḧebbeyê te’da qubûł nakem
nizam almilkErebîy îqlîmî diłim mujganî diłdare
ḧelawetbexşe er bextim xîred teḧsînî min naka
zubanê wesfî lêwî to bika ełbet şekerbare
xweşa eşkê beyadî le’lî to biřjête seḧrayê
hemû sengêkî yaqûte hemû xakî nemekzare
cemał abade cêgey diłber û zadey ciger lade
fisûnî ew ferîbî saḧîrî mekkare bazaře
řewanim taze bû salimNasnava edebî ’ifak alilhErebî legeł fîkirit
seraser şî’rî şîrînit be lezzet wek qisey yare