tełeb kem ger beẍeyrez to le ełłah

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1215 Dîtin
tełeb kem ger beẍeyrî to le ełłah
be ’efwa çê munacatî seḧergah
leber eşkim le xaka cîsmî fertût
le quřda řûbeřûy dîware wek kah
weha piř bû be îma dił le peykan
be demma dête der ahen le cêy ah
diłim duzdane bo sîbî zenex çû
le xofa pay eleẍzî kewte naw çah
binêre şehrî dił fewcê le mujgan
wîlayet nezmî kwa bê leşkirî şah?
gehî îma le her sû turkî çawit
be mestî xencerî kêşa le řûy mah
qedit nexil û řuteb lêwî ’eqîqit
hewes piř zor û salimNasnava edebî destî kotah