asman dîhqan û ’umirim kişt û dasî mahî new

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  715 Dîtin
asman dîhqan û ’umirim kişt û dasî mahî new
serefgende û îstadem xûşe’asa bo direw
ta be řencî ’îşqî yarî gendumîn řûm cûte ẍem
nanwênê xermenî dunya lelam yek dane cew
sazşî çwar cîns le çwar new’ çwar yar naden behem:
ab û ateş, gurg û gelle, ’eqił û mestî, ’îşq û xew
yarî saḧîb mirwetim ûftadekanî da seda
seg be gurgeloqe hat û salimNasnava edebîy miskîn be dew