ejdeha yek şew bibînê marî zułifit ger be xew

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  741 Dîtin
ejdeha yek şew bibînê marî zułifit ger be xew
em desênê întîqamî her çî ezyet bê le ew
qet nebû neş’unuma ka mezre’ey ’umirim behar
lêy neda bay xuřřemî ta kewte ḧałatî direw
tuřřeyî hêna be řûda řûbeřûy min xoy nwand
lêy muşexxes bû ke nehîye dîdenî ayîne şew
xet bida wextê le seḧray sînema ahûy xeyał
derdeka espî hewes her ca ledest ’eqiłim ciłew
samî’e û nutqim le teklîfatî dunya farîẍin
nîme bê to qet legeł kes taqetî gufit û şinew
key be salim derdeçê salimNasnava edebî leber tîrî nîgah
dîdeyî ahû depêkê turkî çawit gahî dew