wêł û fîrarî ’îşqî tom şehir be şehir û sû be sû

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  786 Dîtin
wêł û fîrarî ’îşqî tom, şehir be şehir û sû be sû
puşte be puşte, tel be tel, deşt be deşt û kû be kû
qeyde le gerdinî diłim zułfî syahî piř xemit
ḧelqe be ḧelqe çîn be çîn ’uqde be ’uqde mû be mû
tengidehanî diłberim ḧesretî da be gułřuxan
wa diłî ẍunçe bû be xwên perde be perde tû be tû
kewte kenarî miłkî řom coşşî eşk û mewcî xwên
seyl be seyl û şet be şet, decle be decle cû be cû
çerxî zemane key deda bezmî wîsałî yar û min
bose be bose leb be leb dîde be dîde řû be řû
nefḧe bida le ’etrî zułf lew deme bo demaẍî xuşk
tepłe be tepłe muşk be muşk nafe be nafe bû be bû
xermenî salimNasnava edebîy feqîr sûxteye be narî ’îşq
xûşe be xûşe guł be guł dane be dane cû be cû