me’neyê nîn wekû yek şerḧî min û diłberî min

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  477 Dîtin
me’neyê nîn wekû yek şerḧî min û diłberî min
qetłî min sîḧḧetî ew şîkweyî ew defterî min
xwênî zerfî bedenim wişke letaw agirî ẍem
diłî min mecmerî ew dûrîy ew exgerî min
řisteyî zewq û elem dête muqabîl be wîsal
diłî min laleyî ew dîdeyî ew ’ebherî min
zû berî bûm le ber û nî’metî fîrdewsî berîn
nexlî min qametî ew boseyî ew noberî min
řebtî ab û semekin dûsere her wek ten û can
serî min sayeyî ew xakî řehî ew serî min
weh çi xwabêkî be arame hemaẍoşîyî yar
destî min gerdinî ew sa’îdî ew besterî min
le nîgahî dû teref tîre û lamî’ peyda
çîhreyî min şewî ew gerdinî ew gewherî min
namewê şadîyî xom şadîyî canane bese
zewqî min ẍusseyî ew řewneqî ew cewherî min
ḧeqî tełxîyî fîraqim le wîsala deskewt
řûyî min ḧenzelî ew tundîy ew şekkerî min
kuştinim qîmetî wesłêke eger bê ḧazir
lebî min boseyî ew xencerî ew ḧencerî min
seqer û baẍî îrem dûre beyek bin salimNasnava edebî
bûnî min dozexî ew boseyî ew kewserî min