ḧek bikem defterî se’dî demî wesif er be beyan
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
1 Xulek
707 Dîtin
ḧek bikem defterî se’dî demî wesif er be beyan
bême ser medḧî dehanit le dema bende zuban
bîmî bednamîye ger nayeme ber tîrî mujet
ke diřa perdeyî dił derdekewê řazî nîhan
noşî ḧazir le leba, nêşî le mujganî syah
megesî neḧle be sen’et butî zenbûrmyan
nef’î kwa nałeyî bulbul le çemen gahî seḧer
le teref şîkweyî ew gwêy gułe yekbare giran
ta be xakî qedemit dîdeyî kê řoşin key
ferşe bo meqdemî to dîdeyî saḧîb nezeran
tełxe ger ḧałetî dûrî be minî xeste çi bak?
demî wesfî lebî canane şeker dête dehan
dîde nabînê kesê gahî temaşa cuz to
nîgeranit nîyetî xewfê le te’ney dîgeran
şîkwe bê ḧasłe salimNasnava edebî le cefahayî ḧebîb
kê desênê le mehî çardehem dadî ketan?