ḧîsabî nefḧeyî zułifit legeł muşkî xeta nakem

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  1523 Dîtin
ḧîsabî nefḧeyî zułifit legeł muşkî xeta nakem
xeta nakem seba şahîdme min teşbîhî wa nakem
bizanim ger le qebra boy demî tîẍit le xakim dê
heta demirim le dunya zexmî xwênînim dewa nakem
le durcî sînema ta gewherî yadî řuxî to bê
leber şu’ley ewa şew ta seḧer meylî çira nakem
henasey ḧesretî wesłî nîhanit řêy be ney adem
mi’azalilhErebî be leb em sîřře hergîz aşna nakem
le seḧray şorezarî ’işqî canana gyahêkim
bebê baranî tîrî ẍemze qet neş’ûnma nakem
be xiłxał er bişê pîşey heres kûbîdeyî hîcirit
le lebma ta nefes mabê suraẍî momya nakem
debê eşkit tirazûyTeksta ne aşkira arezû, ey dîde! biřjênê
le berma ta nebê derya be kamî dił şena nakem
le hîcrana seḧer wextê fina fî alnurErebîy çîhret bim
leber taqî biroy to řû le mîḧrabî du’a nakem
demî qurbit le piştî ser ecel ger damenim bigrê
weha meḧum deka dîdarî to řû bo qefa nakem
le tûlî zułmetî hîcra seraser çunke toy metłeb
le zewqî boseyî lêwit heway abî beqa nakem
řeha bê ger le bendî zułfî yara gerdinim salimNasnava edebî
be sehlî bi’d az aynFarsî bazî be ḧełqey ejdeha nakem