řeha naka diłim tuřřey xemî yar

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  582 Dîtin
řeha naka diłim tuřřey xemî yar
serî nebiřn heta wek perçemî yar
’ezîze dił, heta demirim, beqed can
zemanê çunke ew bû meḧremî yar
bibûse ey seba ger çûye meqsed
lebatîy min, be firset, nawdemî yar
diłî tengim nebînê řûyî şadî
řefîqim bê, eger ẍeyrez ẍemî yar
le benda zerbî her mû kewte ser dił
wekû dîrhem le tuřřey derhemî yar
debête baẍî cennet def’eyê bê
be kulbey salimNasnava edebîa ger meqdemî yar