be teqdîmî wefa nardî nîgarî sîmber kaẍez

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1259 Dîtin
be teqdîmî wefa nardî nîgarî sîmber kaẍez
berîdî xoşxeber hênay wekû badî seḧer kaẍez
xîtabî ẍa’îbane ’adetî dawim be tenhayî
řefîqe bo diłî xwênînî min gahî sefer kaẍez
meger mujgan îşarey kird be katib, nuktesencî ka?
le zexmî xûniçkanî dił wekû min baxeber kaẍez
şeker’efşanîy şîrîn zuban mayey ḧelawet bû
dehan şîrîn deka her ḧerf û nuktey wek şeker kaẍez
qudûmî qasîdî zîndanî hîcranî be gułşen kird
dekate řewzeyî cennet be muştaqan seqer kaẍez
le şadî xel’etî eltafî diłber des bere salimNasnava edebî
huweyda ke be şewket wek řeqem muḧkem beser kaẍez