eger baweř dekey sewgend be ebrût

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  902 Dîtin
eger baweř dekey, sewgend be ebrût
hîlal asa xemîdem bo mehî řût
dûsed ’uqdem le diłdaye bebê to
diro nakem be ’uqdey çînî gêsût
fisûnî ’îşqî to bo min telîsme
be efsûnî nîgahî çawî cadût
le kuncî bêkesî canim be leb hat
be goşey lebnişînî xałî hîndût
le eşkî xwên be yadî lêwî ałit
kenarim bû be kanî le’il û yaqût
tenûrî piř giře mîḧnetseray dił
be germîy tabî şu’ley ateşîy xût
kenarî çawî salimNasnava edebî coybare
be serwî qametî mewzûnî diłcût