şar
Li pirtûka:
Xewe Berdîne
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
2 Xulek
4626 Dîtin
gułim!
diłim piře le derd û kuł
ełêm biřom le şareket
ełêm becamê awî kanyawî dêyekem
’îlacî kem kułî diłî piřim,
le derdî întîzareket
weřez bû gyanî min le şar û hařehařî ew
le řojî çiłkin û nexoş û taw û yawî şew
ełêm biřom le şareket
le şarî çaw leber çiray nî’on şewareket
biřome dê ke mangeşew bizête naw bizem
çilon bijîm le şareket
ke piřbedił dijî gizem?!
le şareket, ke řemzî asin û minareye
melî ewîn ẍewareye
ełêy le dewrî dest û pêm
ewey ke têl û tan û řayełe, kelepçeye
ewey ke peykere mîsalî dawełe
ewey ke dare têle, mezherî qenareye
le şareket ke mendî dûkełe
ke dête der le małî dewłemend
we tîşkî bê gunahî xoretaw exate bend
leher şeqam û kûçeyek şepořî şîne
dê berew diłim
destî germî aşna nîye ke eyguşim
destî çêwîye
le şareket zelîle şêr,
bawî řêwîye
be her nîgayek û petayeke
ełêm biřom le şareket
gułim, herêmî zong û zel
çilon ebête cařeguł
le şarî to, le banî ’ereşe qonerey diraw
şareket
aske cwanekem!
teskebo ewîn û bo xefet heraw
kê le şarî to, le şarî qatłî hejar
gwê edate ayetî peřawî dił?
minê ke goçî tawî germî berdewarekey ’eşîretim
bedare termî kûçekanî şareket
řanehatuwe leşim
binarî piř beharî dê
řengî sûr û şîn eda
le şî’ir û ’atîfey geşim
ełêm biřom le şareket gułim
diłim piře le derd û kuł
ełêm biřom le şareket
ełêm becamê awî kanyawî dêyekem
’îlacî kem kułî diłî piřim,
le derdî întîzareket
weřez bû gyanî min le şar û hařehařî ew
le řojî çiłkin û nexoş û taw û yawî şew
ełêm biřom le şareket
le şarî çaw leber çiray nî’on şewareket
biřome dê ke mangeşew bizête naw bizem
çilon bijîm le şareket
ke piřbedił dijî gizem?!
le şareket, ke řemzî asin û minareye
melî ewîn ẍewareye
ełêy le dewrî dest û pêm
ewey ke têl û tan û řayełe, kelepçeye
ewey ke peykere mîsalî dawełe
ewey ke dare têle, mezherî qenareye
le şareket ke mendî dûkełe
ke dête der le małî dewłemend
we tîşkî bê gunahî xoretaw exate bend
leher şeqam û kûçeyek şepořî şîne
dê berew diłim
destî germî aşna nîye ke eyguşim
destî çêwîye
le şareket zelîle şêr,
bawî řêwîye
be her nîgayek û petayeke
ełêm biřom le şareket
gułim, herêmî zong û zel
çilon ebête cařeguł
le şarî to, le banî ’ereşe qonerey diraw
şareket
aske cwanekem!
teskebo ewîn û bo xefet heraw
kê le şarî to, le şarî qatłî hejar
gwê edate ayetî peřawî dił?
minê ke goçî tawî germî berdewarekey ’eşîretim
bedare termî kûçekanî şareket
řanehatuwe leşim
binarî piř beharî dê
řengî sûr û şîn eda
le şî’ir û ’atîfey geşim
ełêm biřom le şareket gułim