xorak û xew bebê to yekser le min ḧerame

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  765 Dîtin
xorak û xew bebê to yekser le min ḧerame
hawdem nałînî germe, ẍem hawpişt û birame
bam bulbul hîç nexwênê ba ẍunçe xoy nenwênê
efşan neka guł bênî, dinyam tûnî ḧemame
şew ke eçme naw cêga, ełêy emxene cê ga
lêm têkçû cê û řêga subḧim tarîkî şame
wiłatêkî bê serdar agirî tê ber bê yekcar
bo çî biłêm, behar bêt dinya ke bê merame
her xem dexom demawdem bê giryanêkî serdem
bo em hîcranî toye firmêskî natemame
dûrît sururî labird, wełłahî nûrî labird
řuxsarî pakî, bê şik, çirayî xas û ’ame