tabî hîcranim nemawe nûrî çawanim were

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  840 Dîtin
tabî hîcranim nemawe, nûrî çawanim were
sakînî beytulḧezen bûm mahî ken’anim were
wam lenêw zułmatî ẍemda her teřef řêgam nîye
ta řemeq mawe le ’umirim şemsî tabanim were
şehsewarî mułkî ḧusnî, min pyadey berdest
espî nazit wermegêře, şahî xûbanim were
kewkebî bextim ẍurûbî kird û bêkes mamewe
zû be derxe şewqî řût şem’î şebustanim were
min ne tiryakî û ne bengîm. mestî neş’ey çawî tom
çaweřêy derdî xumarim subḧî řexşanim were