be êşî nêşî tîrit dił lete key bê dewayê bê

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  993 Dîtin
be êşî nêşî tîrit dił lete, key bê dewayê bê?
beser çînçînî zulfî to seḧer badî sebayê bê
pyadey dił le setḧî řêgeta pêçupenay nawê
be řux matî meke xewfit le ḧukim û emrî şayê bê
be dû çaw û dû ebro û xetit û xałî şeşderî lêm girt
le binya daşî dił girjawe, sa řebbî guşayê bê
be can û dił, serumał, dîn û îman hatme koyî to
be řesmî duşminî lawe, xuda tûşî bełayê bê
le diłma zehrî hîcranit be sed pyałey şerab nařwa
çi nef’î bo mine mutrîb be sed saz û newayê bê?
le bextî min dû ebrot her wekû şimşêrî buřřane
be min çî bo řeqîban ger wekû bałî humayê bê
dełê zêwerNasnava edebî heta mawim le wesiłit na’umêd nabim
umêdim her heye carê ke te’sîrî du’ayê bê