le goşey ḧuznida mawim zelîlî kuncî hîcranim

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  902 Dîtin
le goşey ḧuznida mawim, zelîlî kuncî hîcranim
diłî xom zor be xom sûta le çawî piř le giryanim
eger ḧałim epirsî -dûr le çawit- kwêre bînayîm
be řengî perçemit emřo sîyeh řoj û perêşanim
heta key mestî xwabî ẍefłetî ey bext, îmdadê
le te’sîrî minîş yekbare şêwawin řefîqanim
qusûrim ger heye qurban were emcare bimbexşe
heçî kirdûme, kirdûme, peşîmanim, peşîmanim
be nîmenazeket řûḧim, be nîmexende dił ḧazir
xeyałî xam nekey hergîz emin her ’ebdî caranim
bemîslî mûrî bêçare leber pêy her kesa kewtûm
heta řencîdexatir bê le min şahî sulêmanim
mełê zêwerNasnava edebî çîye, bê cewhere min talîb be ew nabim
lebo qet’î ẍemî qelbit wekû tîẍî xurasanim