em zincey xom nagořmewe be telar
bestey cûtyar
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
1 Xulek
756 Dîtin
em zincey xom nagořmewe be telar
nan û doy xom nadem be xwanî zordar
dasî xom nanêm le gerdinî hejar
hêzî şan û qołim nadem be bêgar
min serbestim îş be destim zor bekar
#
min cûtyarim min cûtyarim min cûtyar
kêłgey wiłat bo mîr û beg nakêłim
bişmikujin zewîy xom cê nahêłim
to eweşênim ałtûne şwên hêłim
zordar waz dênê û biskey dê simêłim
genim û coy xom nadem bîken be ’emar
#
giranî pê saz biken sermayedar
bê xem ebim lew xawenî samane
bûjanewey êmey lela girane
leser řencî êmeş xawen dîwane
ḧeqî ew new’e kuştin û zîndane
çunke çawbirsî û xwênmije û nalebar
#
leser şanî gelî hejar bûte bar
ew řoje řûney gişt gelî kurdistan
bo heqî xuraw sercem dêne hestan
lebin dête der fêłî pûl peristan
kilke qingey bêganeş dête westan
kurd pê ega bo xoy ebête serdar
#
le çermeserî jyan ebê řizgar