em cêye kwêye min lêy danîştûm

leser segirme
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 2 Xulek  466 Dîtin
em cêye kwêye min lêy danîştûm
yaran pêm biłên ta neřoyştûm
çwar dewrî dawim dewen û kanî
daristanêke siřî yezdanî
ferşim şaxêke biłind û nazdar
şemałî lence eka be nizar
em lam sengawNava taybete, ew lam qeredaẍNava taybet
cêgayekî xoş, hewayekî saẍ
çaman lê nawe ełêy seyrane
xemêkman hebê dûrîy yarane
çîn çîn aske dêne berçawim
sił naken eřon, bo seyr westawim
qaspe qaspî kew lebin direxta
dengî pelewer le çyay sexta
qîjey minał û bařey bizin û meř
em cêye çołey kirduwete meḧşer
tîp tîp kiçe caf nask nazenîn
ke dên berew řûm dembepêkenîn
minîş ’aşiq û perwanekey yar
zamî diłekem dêtewe azar
şî’ir exwênmewe, goranî ełêm
nałey xom ekem, le dûrîy leylêm
fayqNasnava edebî wiłatit duřřu gewhere
serçawey awî çeşnî kewsere
şaxî segirme qulley îviłNava taybete
fereḧ bexşî gyan, mûnîsî diłe
ehlî hemû kurd, şîrîn kirdarin
qewmêkî necîb, hemû nazdarin
gyanit dabnê leber řêyana
xakî řêgabe leser řêyana
mîllet û weten bo to meqsûde
leser ew duwane bikujrêy sûde