le bêşełanî ser lûtkey şaxê

wa bizanim xew bû
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 2 Xulek  544 Dîtin
le bêşełanî ser lûtkey şaxê
le şadî hełmidabû beydaxê
cêyek bû kone êłaxî şahan
awełî hewrî berzî asman
awî wek çawî qirjał řûnak bû
dermanî diłî teng û ẍemnak bû
birîsk û huřřî herwek mirwarî
benirx bû bełam kem bû kiřyarî
bonî kenêre û gułebeřone
hengî kêş ekird le dûr bew bone
beyan le dengî melî naw nizar
le xew heł’estam gwêm egirt zor car
ne saz û semtûr ne ’ûd û keman
xoşîyekî way ne’eda be gyan
bay şemał fênk ehat berew řûm
zor bonî xoşî esû le kepûm
le damênewe çem û çiẍurd bû
řêbazî caf û goran û kurd bû
cige lewaneş ke mang heł ehat
be pirşingî nûr eykirdim xełat
serim be wêney qutûy wênegir
ew dîmenaney egirt kutupiř
lenaw şorawî qułkey çawimda
eyştinewanê ta xoy der’eda
be şew yek be yek eyxiste berçaw
şewîş bewane dił ekewte daw
lewê betenya ke dûre şar bûm
bo xom asûde zor bextyar bûm
řojêk ke řwanîm kiçêk çwarde sał
hate lam danîşt bom bû be awał
be qisey şîrîn be ’îşwedarî
xistimye gêjî deryay diłdarî
dû hawřêy dost û dû yarî gyanî
kewtîne seyran be şadmanî
diłpak bê kîne le guł řengîn tir
řewştî le xoy zyatir şîrîntir
be şoxuşengî be çawî badam
diłey hejar û bê hoşî badam
bełê lepêşa herçend tenya bûm
be řastî xawen seyr û sefa bûm
ke ew hat êcgar diłşadî kirdim
le tenyayî jîn azadî kirdim
be şew da’enîşt le jûr serînim
xwa xwam bû neřwa yarî şîrînim
beyanêk bê min řûy kirde nawdê
her çaweřwan bûm bêtewe lewê
bełam řoj řabûrd şewî sextim bû
be şew her dengî pepûy bextim bû
negeřayewe gyanî şîrînim
serî xom hełgirt biçim bîwênim
eme çend sałe boy sergerdanim
le kurdistana wêłî şaranim
nazanim çuwete kam dê kam hewar
çon minî cê hêşt be êş û azar
to biłêy yaran bo carêkî tir
yek bigrînewe herdû kutupiř
bełam daxekem xeta hî ew bû
naybînmewe wa bizanim xew bû