birayîne le xew hestin beyane
leser weznî «binî witnî»
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
1 Xulek
2013 Dîtin
#
birayîne! le xew hestin, beyane
zemanî hewł û ’ilîm û ḧuř jyane
#
hemû qewmê be da’îm tê ekoşin
le řêgey ’îlim û fenda dił becoşin
#
erê kurdî feqîr û bêkes û ẍem
hetakey zehrey nadanî enoşin
birayîne...
#
weten piř leşkirî cehle řefîqan
derî keyn ba be hordûy ’îlim û ’îrfan
birayîne...
#
be yekdił ba lebo pêşkewtinî kurd
hewł deyn ta bigeyne qesdî xoman
birayîne...
#
birayîne eger zor çak nexwênin
lejêr barî cehaletda emênin