girîman paret hezar kilûr bê

girîman
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 2 Xulek  430 Dîtin
girîman paret hezar kilûr bê
şew le jûr serit saz û semtûr bê
be řoj dîwanit piř zerd û sûr bê
hawřêy jyanit beg û me’mûr bê
gyanekem eger xot bê qîmet bî
nirxêkî nîye xawen serwet bî
girîman emřo merdî meydan bî
xawenî nan û xwanî dîwan bî
pyawêkî boşnax zor qisezan bî
şarezay qanûn şîrînzuban bî
eger derûnit pak nebê tewaw
emane hestît nagořn tewaw
girîman hemû ewrûpa çûbî
gelêk řewişt û zanîn fêr bûbî
be wirdibûnewe wek erestû bî
be dem bo wiłat piř arezû bî
ke qazancî xot pêş xist le hî gel
ezanrê dizî û egeřêy bo hel
girîman kasb ya dûkandar bî
xerîkî sewda û cwabî kiřyar bî
be dîmen çak û pak û hejar bî
bo nwêj û řojû êcgar bekar bî
eger kewtîte fêł û desbiřîn
le to çaktire řêgrî bê dîn
gyanekem her kes řast û řewan bê
be kirdar derxa nyazî cwan bê
diłsozî min û to û nîştiman bê
ḧez eka kuřî sepan û şwan bê
ew kese řołey kurdî hejare
ba toş neynasî wekû řoj dyare