dû meymûnî ziring û cwan

dû meymûnî çêşt lêner (wergêřrawî şî’rî kamîl geylanîye)
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  499 Dîtin
dû meymûnî ziring û cwan
baş řahatbûn bo xoyan
xanûyekyan bo xoyan kird
çêşt lênan fêrbûn destubird
le jyana zor wirya bûn
bo barboy yek wek birabûn
îşî sextyan asan ekird
řêyan be gişt hîwa ebird
hênde yektiryan xoş ewîst
yek le yek her çakey ebîst
yekêtî hî herdû la bû
le pêkenîn aşkira bû
diłpak û diłdarî yek bûn
herdû le yek yekcar memnûn
lasayî însanyan ekird
her be qise řêyan nebird