dawê bo tawî perçemî to yarî meste çaw

Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  945 Dîtin
dawê bo tawî perçemî to yarî meste çaw
bazî diłî nezan bû betaw hat û kewte daw
řeng zerdim êste tawî nemawe diłey hejar
inca were bizane çilone kizey henaw
herdem le dûrewe ke gułî řût beçaw ekem
wam mest eka nizîkim eka ser binême caw
pyawkuj nebûm bebendewe bend bûm bemang û řoj
diłsozbe, řencî em hemû řojem mede be’aw
kwêstanî bin çyakey qendîle cêgekem
hawřêm şemał û, tavgey aw, şwênî bê hetaw
carêk were belencewe destê bixeyne dest
em cêye xoşe meynetî diłman eka biław
çend řojê pêkewe lebin ew şaxe seyr ekeyn
katê becêm bihêłî ełêm kamî dił tewaw