were ey bulbulî diłgermî bê tîn

min û bulbul
Li pirtûka:
Dîwanî Bextiyar Zêwer
Berhema:
Fayq Zêwer (1908-1952)
 1 Xulek  630 Dîtin
were ey bulbulî diłgermî bê tîn
ewende mefře bo lay guł benałîn
leser ew biniçke nextê bweste
pişûyek be le nałe û giryew û şîn
sikałay xot meke zor şarezatim
le ’eşqa to ke şay min ebme ferzîn
were ba waz le yar û guł bihênîn
biçîn bo naw nizar û şaxî řengîn
temaşayekî tavge û şaxî qendîl
le diłda nexiş eka xoşîy heway jîn
lewê dem teř bike û nextê bixiwêne
kelawkel boy eçîn bo deştî pênciwîn
sehend û qełbezey em nexte xake
emałê ḧesretî însanî ẍemgîn
le xoşîy em wiłate nazenîne
be sed řeng bom bixiwêne berz û şîrîn
minîş ewsa bebestey nîştimanî
kej û deşt piř ekem ta gunbedî şîn
eger bê û xû bideyne ’eşqî wa řast
ebîne mayeyî teqdîr û teḧsîn
were bulbul, were bulbul min û to
guł û yar berbideyn em ’eşqe bigrîn