nayab

Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  543 Dîtin
le jûrêka xincîlane
kam şit, nayabe, hî degmen
kam pêxef û xişił cwane
hemûy be řêkxirawî hen
***
lem jûreda qetrey esrîn
řijaye ser řûmetî pan
jinî şoxî dił agirîn
bexor destî kird be giryan
***
cwan bû, kemerî şil û mil
pûzî wekû şûşe wa bû
sersing, ber gerdin, şan û mil
hemû cwanîyekyan tya bû
***
girya ew şoxe, giryanê
tezûy eřişte naxî gyan
bełê leşê, diłê, gyanê
şeyda bûn bo tamî jyan
***
lepiř qîjanî û bangî kird
boçî minyan be to dawe?
be pîrît şadîy diłim mird
em çawe em qije xawe
***
em leşe em kułme sûre
em gerdiney wek bilûre
***
leberçî bimirin be tenya
ey dił heta mawî bigrî
firîştey diłdarîy girya
ke girya jinî wek perî