misî menûne

Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  538 Dîtin
wek gwêm misî menûney tê kira bê
wek derwazey hestim xiř daxra bê
ne hawar û ne lałanewe û giryan
ne egeyn be naxî dił û be gyan
wam’ezanî taser jîn ebê wa bê
dûr le xefet her şadîm bo lwabê
wam’ezanî ebê her bo xom bijîm
bebê ewey bizanim min kêm û çîm
ba hezaran, řiswa û bêderetan bin
ba minałan hejar û sergerdan bin
min ke dinyam beheştêkî berîn bê
çwarçêwey dił çepke gułî řengîn bê
ba hemîşe her be xoşîy xom mest bim
bo be xemî em û ew min derbest bim
bełam paç û pêmeřey kurd perestîm
kewte wêzey jyanî bêderbest
hengawim na leser řêgey ڕەنجکشێان
berew lûtkey tirsinakî têkoşan
bełam ey dax minî caran bêderbest
êste ke bûm be meşxełî bîr û hest
minî êste bêperwa le qurbanî
legeł hejar biray gyanî be gyanî
wek betenya hengaw binêm wehaye
kes legełma berew řûnakîy naye
ew kesaney hawřêgemin wek min nîn
çawçinokin her bo gîrfanyan ejîn
heş beser û zebûn ew hejaranen
ke çaweřêy řencî diroy emanen