bo agadarî

Li pirtûka:
Zebrî Honrawe
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  631 Dîtin
honrawekanim her bo afret bûn
bo xunçey guł û bo cwanîy siruşt
xwênyan emjî le behrey derûn
řistî zêřîn û cwanyan da’eřişt
***
honrawekanim lenaw derûna
bo peřey gułî werîw egryan
le payîzêkî mat û zebûna
legeł weyşûmey zerda eyjyan
***
ey çaw ey kanîy behrey pêşûy min
ey řû ey mangî şewî caranim
ey naz ey lerey şîrînî bejin
ey zerdexeney xewî caranim
***
ey guł, ey çiro, ey lutkey çya
ey kiçî caran giřî awatim
ey kanîy řûnî koşî sewzegya
ey cwanîy kej û deştî wiłatim
***
honrawekanim bûn be perwane
le dewrî çiray êwe perestin
xoşim bem çeşne bûm be dêwane
bełam êwey bit behre newîstin
***
guł, gułî hemû deşt û çyaye
hestî nyanî û jakan nazanê
herçî naskî û řengînî tyaye
eybexşê be gişt nek pencey cwanê
***
kiçîş diłdarî her çend betîn bê
hêşta her şeyday zêř û samane
xoşewîstîyekey çend agirîn bê
eygořêtewe be yek gerdane
***
kurdistanîşim ke min şa’îrîm
lêm nedey legeł mina nyan bê
min ke firmêskî honrawe egrîm
řojê nemdîwe bom mîhreban bê
***
bełên bê ey kiç, bełên bê ey guł
ey deşt û der û çyay kurdistan
min carêkî tir, ne be dem ne dił
bo êwe nełêm honrawey cwan cwan
***
tenya honrawe ełêm bo hejar
her legeł êwem ey hejarîne
tenya honrawe ełêm bo hejar
hejar hewênî şî’rî xwênîne