awat û řenc

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  863 Dîtin
poziş

honrawey «awat û řenc» ke dîwanekem be nawewe naw nawe amade kirabû bo çap kirdin bełam bedaxewe pêtanî řa’egeyenim ke be pêwîstim nezanî êste çapî bikem, leber ewe tika ekem bibûrin û her bem hoyeşewe nirxî dîwanekem le 150 filsewe kird be 130 fils.

 

we her weha be pêwîstim zanî ke agadartan bikem ke wa çon honrawey «şewanî silêmanî» derbarey sefere her weha em honrawaneş «dîmenêk, maçî mirdin, kuştinî ’ebe, lepênawî çawekanya, yadêk» her le serdemî sefer berin bełam le katî çap kirdina bîr çuwe be cya binûsîn.

 

serinc

egerçî le sałî 1957 ewe her be nawî kameranewe honrawem biław kirdotewe û dîwanekanim «dyarî», «agir û jîle», «guł estêre», «gułałesûre» û em dîwaneşim «awat û řenc» her bew nawewe çap kirduwe.

 

bełam wekû serinc edem lem dwayîyeda hendê kes be nawî kameranewe car car enûsin leber ewe biřyarim da ke lemewdiwa nawî xom binêm «kameran mukirî» bo ewe nawekem cya bikirêtewe le nawî ewaney ke be nawî kameranewe enûsin we yan le dwařojda des eken be nûsîn û honrawe řêkxistin bem boneyewe xwêndewaranî beřêz agadar ekem ke lemewdiwa honrawe û witar û dîwan hemûy her be nawî kameran mukirîyewe biław ekemewe.

we her weha boye «mukirim hełbijard ke bîxeme ser nawekey xom çunke min xom mukirîm.