mom

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  844 Dîtin
xozge emtiwanî şî’rî wam
ewt piřî bwaye le tam
şî’rê bê le ’ezreta xom
bitwêmewe her wekû mom
xozge yek honrawem ewt
wekû xom bwaye kitumit
wek diłî xom wek derûnim
wekû hestî pak û řûnim
yan xozge nem’ezanî min
yek tosqał şî’ir řêkxistin
ta bimçeştaye tamî xoş
le honrawey germ û becoş
ax çend le demarim exom
honrawey min sûtawî tom
natwanim dest hełgirim lêt
naştiwanim biřom pê be pêt