maçî mirdin

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  1117 Dîtin
zamî dił be pencey jyan
hatewe swê wekû caran
estêrekan wek şûşey wird
řijabûne dawênî pird
şepol le baweşî herda
singî eda beser berda
řengî xołemêşîy asman
leser şanî sêdarekan
eynûsî «řołekanî kurd»
agirêkî wayan xoş kird
biłêsey legeł jyana
emênê le kurdistana
leser pirdî teskî berdîn
dengêk hawarî kird: «kurdîn»
eyzîřan: ey dujmin yek taw
mołet ben be cigersûtaw
ba bigeme lay kuřekem
bo dwa car demî maç bikem
katê geyşte nizîk kuř
laşey bê gyan bû sard û siř
řêyan girt le maçî mirdin
her leber ewey kurdin