kuştinî ’ebe

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  829 Dîtin
sam dwa tezûy řişte henaw
diłî hemû daykê lerzî
legeł derkewtinî hetaw
wişey le dema tezî
***
zerdexene le esrîna
wek goyekî zêř twayewe
xende le qułpî girîna
xinka û yekser biřayewe
***
kołanekan kiş û bêdeng
tenya her şirîxey şestîr
lêy eda neẍmey sûrî ceng
xwênî têkeł ekird be şîr
***
ew kesey derçiwaye le mał
kołanî bo ebû be goř
genc bwaye ya pîr ya minał
singî eyřişt xwên çoře çoř
***
lenakaw tîrî zirîke
diłî hemûmanî simî
dujmin bangî kird bîpêke
dengê witî: «ax kuştimî»
***
dû sê karjoley besziman
legeł minałêkî şwana
lenaw gomî xwêna gewzan
le pêçî tengî kołana
***
minałê hawarî ekird
wernederê ’ebeyan kuşt
tuxwa firya kewn wa mird
xwênawî singî hemû řişt
***
gułałey derûnim weran
diřkî tołem naye şwênî
bełên bê ey zebrî jyan
hergîz min win nekem xwênî
***
lêre minałî kurdistan
bem şêweye le naw eben
ey daykanî hemû cîhan
gwê bigirin, hawarê biken