jîlemo

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  809 Dîtin
kam awaz xoşe ya kam goranî
be her corêk bê parawî xeme
kam beste cwane bo kameranî
hêşta şêwekey her hî mateme
***
sirûdekanim piřn le sozî
giryan û nałe û azar çeştinê
şî’rekanîşim her be ałozî
tenya řîz eben bo xem řiştinê
***
ziřey kot lenaw derûn û gyana
zor car meçekî aram ebestê
honrawey cwanim le pêdanana
letaw xem car car lepiř ewestê
***
zor wişey cwan û geşî wek agir
le diłî mina bûn be jîlemo
zor şî’rî germ û şîrîn û nemir
be dîl gîrawin wekû min û to