xoretaw

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  1174 Dîtin
ełê şî’rekanî xoşin
êcgar şîrîn û becoşin
wekû pirşingî xoretaw
ke eda le şepolî aw
awa şî’rî wekû ałtûn
lenaw diłma naxî derûn
ebin be birîskey xoşîm
legeł şî’rî ewa ejîm
şî’rekanî piř awazin
kiłpey derûnî diłxiwazin
ahî germî kiçî şengin
wişey xoş û řengawřengin
bełam axo xoşî wa bê
to biłêy řûxoşîy tya bê?
***
-: gyane hełbestekanî min
řazin bo cwanîy peristin
bełam nazanim... betamin
řazawen şîrîn û cwanin
her ewende heye şîrîn
hestêkî pakî agirîn
pêm ełê wişem lê bigre
toş pêy ełêy parçe şî’re
xoşim «wek honrawe nazdar»
sozêkim bo diłî diłdar