kiçe neẍedeyî

Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  669 Dîtin
bejnî nask qijî zêřîn
bałaberzêkî xwên şîrîn
wirşey ew řûmete ałe
hî ew bergerdine kałe
legeł pirşingî çawî řûn
eřjaye dił û naw derûn
wesfî be heniskî şimşał
epjaye deşt, dewen, qedpał
kiçe kurdî ta biłêy cwan
wekû firîştey xewî şwan
ew kiçe cwaney neẍedeNava taybet
çawî bexşî bo em kurde
dujmin pêy wit ey wirdîle
ey kiçe kurdî neşmîle
ḧeyfe řûmet, kemer, bejin
çawî gelawêjî û gerdin
ebexşî be lewêçê xoł
ey kîjî sawîlkey kiłoł
were wek kiçêkî selar
pêt bibexşîn koşk û telar
her tenya yek wişe biłê
le penhanîy şeřkerî dê
pêman biłê kam penaga
kam kej eken be barega
etbexşîn ey kiçî piçûk
ey xincîlaney êsk sûk
maç ke des û pencey serdar
mebe be qurbanî hejar
ba řûmetî ałî nask
neřjête serî xwên tik tik
ba çawî serinc agirîn
ey kiçe kurd hełnekołîn
kiç witî: «ey zordarîne»
bo em xake nazenîne
qurbane hemû jînî min
bijî kurd ba bimrê dujmin
min serim şoř nakem hergîz
pêşmergem bo kurdî azîz
cwanîy çaw, qij, em gerdine
em bejne kwa hînî mine
ebim be qurbanî wiłat
bo kurd gyanim ekem xełat
lay min şanazîye û xoşî
biłên kiçê çawî bexşî
ey çawî geş hełtikołn
xoştire le çaw şořkirdin
ey birjangî wird nelerzî
be çaw biłê bo kurd emrî
çend xoşe çaw bê be dyarî
bo jyanî kurdewarî
her dû çawyan gûşî betîn
be pence ta hełyankołîn
xwên řijaye ser řûy nazdar
bangî kird ba bimrê zordar
ey kiçe kurdî qareman
lebîrî naçê,.. kurdistan
ey çaw her bilerze û biłê
dujminî kurd ebê hełê
kiçe neẍedeyîy nazenîn
ebê tołet her bisênîn
«ałay xebatman nanewê»
«kurdîne tołeman ewê»