sa çon dił we şad diłşad nebo şad

Li pirtûka:
Ew Şî’raney Dirawnete Paɫ Mewlewî
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 1 Xulek  764 Dîtin
sa çon dił we şad, diłşad nebo şad
gyan ce zemaney elest naro yad?
řoḧ çenî ce ten řehayî nebo?
ten çenî ce řoḧ cudayî nebo?
azîz we kerem nam min berden
guł perêm bedił řewane kerden
nemenden ce lam esłen ẍuse û derd
ce qeřnê yek sał řas gêła çepgerd
fełek, ta azîz xeymey xeman bo
wehar ’umirş we bê xezan bo
min kênan we meyl we yadim barî?
umêdim êden ce dergay barî
ta qaf pey dinya çun şîraze bo
sermayey ’umirit herdem taze bo