dana we esrar ’îciz û nyazim
Li pirtûka:
Ew Şî’raney Dirawnete Paɫ Mewlewî
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
1 Xulek
821 Dîtin
dana we esrar ’îciz û nyazim
meclîs aray bezim, şay şekerřazim
enîs meclîs ’eyş û neşatim
desgîr řagey hat û nehatim
delîl wêłî byabanekem
qasîd peyam dîde û gyanekem
awîyarekey sewzey arezom
dana we girdîn řaz kone û nom
to wêney bułbuł mest heway guł
min çun bade mes çenî sewday dił
nîyen ḧekîmê dewayê kero
ya we newayê xeman labero
umêdim be ton feryadřesîm ker
bo ne gêc ẍem baweřim we ber
er narî teşrîf îne ha merdim
dax bałay to we giłko berdim