ey felek tuxwa be naḧeq bendî zîndanim bese

ey felek
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
 2 Xulek  639 Dîtin
ey felek tuxwa be naḧeq bendî zîndanim bese
lêm geřê satê bijîm ba, besye giryanim bese
ey felek ta key esîrî destî xotim to dekey?
mesxerey dujmin ḧezînî řû bê dostanim bese
ey felek sûçim çîye min exeye zîndanewe?
tûşî enwa’î felaket bûn û sûtanim bese
berge û sebir û teḧemmul nagirim hêzim nema
mewcî firmêskî wekû xwên qułpî giryanim bese
nawiskit kirdim be xwênaw xo ciger wêney kebab
dûkełî ahî derûnim ta be asmanim bese
tuxwa boç emkujî to cwanemergim bo ekey
ahî mezlûmane û hawarî tîflanim bese
besyetî lem ḧałe zyatir bû be şaney heng diłim
kunkun û qîmey cinînî cergî buryanim bese
memkere qurbanî mîḧnet wa ełêm sûtanmî
bê curim û ’uzir û gunahim ḧukmî xinkanim bese
bêkest kirdim ke kirdit bo çî to řîswam ekey
gîrewey çen derd û meynet xane tałanim bese
to xuda wergêře řûyek bextyarim to bike?
beḧrî çerixt bête cewlan tozî baranim bese
ey xwa lałanewey min bem zubanî lałewe
řû le qapî û dergehî tom, řût û ’uryanim bese
řûřeşî derganekey tom û segêkî mustefaNava taybet
mil keçî dêwanekey tom lutif û emanim bese
bîke bo cahî miḧemmedNava taybet xatemî cem’î řusul
lew ẍezîney piř le řeḧmet tozê îḧsanim bese
’aşiqî şoxêke eḧmedNasnava edebî boye wa řîswa buwe
ya necatim ya xełatî yarî caranim bese