weha kewtûme jêr bendî xem û hîcrî sitemkarê
pênc xiştekî leser ẍezełêkî «kurdî»
Li pirtûka:
Dîwanî Exol
Berhema:
Exol (1911-1988)
3 Xulek
1989 Dîtin
weha kewtûme jêr bendî xem û hîcrî sitemkarê
hemîşe zar û nałînme le ḧesret ’eşqî diłdarê
desa tuxwa řefîqan bên be deng řoromewe carê
«eman mirdim ’îlacê sa le řêy pêẍembera çarê
wîsal, ya qetił ya teskîn le her sê bom biken karê»
xwa em êş û azarem be zamî ’eşqewe ta key
bese îtir le ’umrî newcewanî xom nekird oxey
dexîl êwe û xwa yaran ’îlacim ken be camê mey
«weha sûtawim eslen tabî firyadim nema sa dey
řefîqan nîwe sûtin êwe namerd ’erze hawarê»
temaşay çon ekêşim boy cefaw û qehrî meftûnî
le desta tîşeyî ferhad, le serda şořî mecnûnî
le ḧesret qametî berz û fîraqî lêwî meygûnî
«le kuncî sîne dengî ay û way dił dê be meḧzûnî
wêran bê nemdî satê lêy neye nałey birîndarê»
hemû xakî berî pêtim wekû ’enber beserda kird
ewet layeq nebînî pêm wekû ’enber beserda kird
xwa hełnagrê gyane minit şêt û beřełła kird
«elay her kes deçim men’im deka xot boçî řîswa kird
dirêẍ bo ḧałzanê, řebbî tûşim bênî bîmarê»
be sozî giryewe çawim hemîşe sûr û nemnake
seraser singî bedbextîm hetakû damenim çake
le xwêna til edem besye were ḧałim temaşa ke
«lejêr barî ẍema wa şanî sebirim řîşe êstake
fîraqî yar leber axir şeřî lêm bote serbarê»
giřî berdawete cergim be sewday ’eşqî wek agir
kesas û diłbirînar û perêşan bew beşem sabir
ewendeş diłřeqe boçî gunahî min çîye axir?
«le nez’a pêy dełêm qurban cefa besye dełê kafir
hema çet dîge to seg merge karim mage pêt carê»
le mey ẍafił mebe saqî ziřey fincaneket ba bêt?
be neş’ey camekey toye ẍubarî ẍem le dił derçêt
le huşyarîm beder ke hey ser û małim fîday to bêt
«seba yaranî meclîs ger hewałî min depirsin lêt
biłê kêşaye meyxane dû çawî bêçuwe ’eyyarê»
exolNasnava edebî her bigrî ta demrî leser qebrî cewanmerdî
beqed lêzmey beharan û gułale û şestipeřî zerdî
seraser sûr û řengîn ke be esrîn elḧedNava taybet û berdî
«duř û yaqut debarê lem kelame şîrîney kurdîKes
dirêẍa kwa le dinyada qedirzan û xirîdarê»?