sirûd

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  780 Dîtin
kurdistanî cwan ey nîştimanim
řûnakî çawim, aramî gyanim
ledest bêgane derit dehênim
pêşmergey tom û tołet destênim
sawa bûm çawim beto hełêna
lepêş babeda nawî tom hêna
heta deşmirim her toy řûgey min
řizgarit dekem ledestî dujmin
kurd bo serbestî xwênî debexşê
ałay azadî bexwên denexşê
xwên dedem, gyanimit le pênaw denêm
leser xakî xom dujmin řawdenêm
kurdistanî cwan gyanî şîrînim
bequrbanit bin jyan û jînim