şabazî çya

yadî heşt sałey koçî barzanî
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  519 Dîtin
heta zemane deçê û dê û heta zewîn le xule
heta didanî zułim tîj û bextî ême kule
heta şewm besera dêt û řadejêm bê xew
hetakû řojî řeşim dêtewe û debêtewe şew
heta kejêkî debînim bexwênî kurd sûre
le kurdistanê ke wêran kiraw û xapûre
behełp wikełpî diřindan diřawe mełbendim
yekêk û dû nîye zor morî pêwe pêwendim
begşitî em gele kurde wekû geley bê şwan
çeqoy byanî leban gerdine ne ser ne zwan
nizar û bêderetan, bêderûn û derbederin
lewendî ber pet û darî pîrî bend û desbeserin
deken be çawgî şeř xizim û qewm û hawřegezim
bexwênî kurd miře namo, çi şînî bê û çi bezim
gelî henasebřaw, beş nemaw lejîn le wełat
ke dête bîrî minî diłbirînî bêdesełat
beçawî lêłewe deřwanme xêłe bêkesekem
be ax û daxewe dad dadme kwanê dadřesekem
lekwêye hełmetî şabazekey çya û řazan
bibê be tołestênî giroy belengazan
bikêşê xencerê mûkar le ḧandî namerdan
bibê be řêberî caran le hozî sergerdan
hemîşe merdî yekem ew buwe le dinyayê
çilone emřo le meydanêda guřey nayê
dełên çi behre deda dad nemawe barzanî
leşî lexakî řeşaye û lelay xuda gyanî
řoḧim dełê be diłim giftî wa dedił megre
ewî be merdî jyawe heta heta nemre