be yadî barzanî

yadî şeşem sałî koçî barzanî
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  543 Dîtin
carubare lêre lewê
çipêkim ber gwê dekewê
henase sard dił be êşin
matin axan hełdekêşin
ḧeyfê barzanî nemawe
bê mîrawe em derawe
min bezeyîm dê bewane
ew çawî dił be xewane
kesêk barzanîy dîbê
yan dûr be dûrî nasîbê
dîtnîşî newîstibê
her kirdey ewî bîstibê
çon bîrî wa bê feř deka
çi diłdarêk baweř deka!
***
hejarêk bûm sed car mirdû
wek qangełaşkî babirdû
ziryan leser řêy la dedam
şemał sindey pêda dedam
gêjełûke deysûřandim
bo řeşebay deřetandim
sûktir bûm le pirze kayek
ne pesîwêk, ne penayek
her hênde bû debzûtmewe
xołemêş bûm deşsûtmewe
cařs le jîn bê taw û tîn
wişkî dił piř şepoř û şîn
le sołey kiłołî çiřjaw
le tînî negbetî birjaw
fênkayîm le dinya qatî
çîm zor bû beław nehatî
ne miřo, ne canewer bûm
hejgelêkî xakeser bûm
piştim cidew le bêgara
bêgar be her çwar kenara
yexsîrî çend tuxim û coran
çend řegez le xawen zoran
yekî sipî yek zerde yek řeşe
cinêwfiroş be heřeşe
nirket neye aẍat tirke
çirke meke ’areb sirke
kwêxay ser bêgar tacîke
serşoř bew çî dełên bîke
şew meye der detřifênin
gurîsyan hes detxinkênin
***
le mewday zor sałanmida
le dergay zor małanim da
merdêk nebû ser derênê
bexêse bê têm řamênê
tifîşyan pêda nededam
dujminim bûn oqre û hedam
hełweda, şêwaw, sergerdan
awarey ser herd û berdan
bê hêz, sîs û zerd hełgeřaw
zebûn û twana lanemaw
na humêd berew hîç deçûm
bo xom pyade swar bû pişûm
***
gawêk nazanim çon gawêk
hate berim kanî û awêk
leser kanî şengedarêk
cê sanewey gişt hejarêk
biłêm çon bû serçawekey
çon bidem pesnî awekey
sed car şîrintir le gyanim
řûntir le firmêskekanim
awî ḧeyatî gorîn bû
ke le xidir be perjîn bû
***
xom geyande ber sêberê
dinya êreyîm pê berê
nek her min beset hezaran
le taze lawî hejaran
le pîrî yexsîrî xem çêj
le dayk zaroy memk mêj
hemû kurdêkî dił birîn
bêkes û hejar, cigerxiwîn
be milyon gyan û dił tûnî
be kizî û kesasî û zebûnî
gele dîlî le jimar beder
dił piř keser bê seruber
le çing xwênmijan řakirdû
beẍîlyan debird be mirdû
lake lak tîn datekaw bûn
berew awêk çawe çaw bûn
wêřay min geyne ser deraw
ber sêberî fênk û heraw
xuřey aw haşey gełay dar
hetwan bû le gyanî zamar
lew jêr saye ḧesaynewe
destew leḧaz bûjaynewe
lebîr çû yexsîrî û nebûn
hatînewe ser dunyay řûn
paş mirdin zîndû bûynewe
berew jîn tê hełçûynewe
ew saye çewre le serman
bû be gewretir řêberman
be hêzu guř řaypeřandîn
kurdixoranî pê bezandîn
bûyne nimûney azayî
bûyne leşkirî xudayî
ew şenge darey serçawe
mistefa barzanîy nawe
bełê mistefa barzanîKes
hemû kurdêk be qurbanî
***
bîst milyon pitir gelî kurd
bê hest û xust zor sałan mird
barzanî gyanî jyandewe
le gurganî estandewe
gwê hełxen le hemû laye
her qirme û zirme û heraye
teqey tifengî her kurdêk
bo azadî leher herdêk
be aşkira, be řewanî
dełê be yadî barzanî
barzanî seretay dana
her ewe hawar û hana
xawen zoran û kurdixoran
kewtûne ber lêzme û boran
awat be zîndû bûnewe
řapeřîn, tê hełçûnewe
le barzanîyewe bû be baw
le barzanîyewe bûyne pyaw
demî ew kurdî jyandewe
zamî sextî birjandewe
***
kesê xoy serçawey jîn bê
bo diłsardan hêz û tîn bê
çon baweř deken mirduwe
nexêr barzanî zînduwe
zor zîndûtir le pêşuwe
yadî bo kurdan têşuwe
ta wişey azadîxwazî
ta le řêy wiłat gyanbazî
bimênê ke her deşmênê
barzanî nuşist nahênê
dinya bimrê ew namrê
mirdin pêşî ew nagrê
kake mistefa barzanî
to bo kurdan gyanî, jyanî
her bijî wekû, her jyawî
her bimênî wek her mawî