nimûney huner

yadî çwaremîn sałî koçî barzanî
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  524 Dîtin
le peřawî kon řamênîn
mêjûy huneran wexwênîn
zor şit, zor kes, le zor deran
bûne nimûney huneran
nûsrawe fiłan aza bû
nedetirsa wek şêr wabû
wêney řostemî zeman bû
zał bû, samî nerîmanKes
pitew bû wek çyay qendîl
be wefa bû wek simoyîl
bo bexşiş û dest û kerem
bibuwe řikeberî ḧetem
bo zanay bemşûr û duřnas
nimûneye heyasî xas
bo karî xełk û xwapesend
nimûne hen zor û zewend
hermawin û her xawen naw bûn
bełam dûr û lêk biławbûn
îrade wa hat le xudawe
xiř ew nimûne biławe
le kurdêkda kokatewe
ser lenwê ser hełdatewe
***
le mistefa barzanîKesda
herçî çak bû nîşanî da
beser hełdanî em nawe
peřê taze hełdiryawe
her kesê barzanîy dîwe
maweyek degełya jîwe
gişt ew nimûnaney dîwin
serçawekanî nasîwin
sed kitêbî bo wexwênê
leher babetê bîdwênê
le nawdar be azayetî
serbiłindî, merdayetî
gyanbexiş le řêy azadî
agir le gyanî bêdadî
wefa, şeref, xwaperistî
weten û gel xoşewîstî
hełkewtûyî bo serwerî
bezeyî, hejarperwerî
bêwêneyî le zemanda
take swar le meydanda
lêy pirse çendyan dezanî
dełê gişyan wek barzanî
***
be hemû hêz wexo kewe
hemû huneran ko kewe
lêkî de, puxt daybêje
bîxe qałb û dayřêje
kesêkî lê berhem bêne
leber çawanî řanwêne
bo becewherî û mêranî
hergîz nagate barzanî