beşî çwarem

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  558 Dîtin

ewaney be dił nexoşin yan çaw le řastî depoşin, tê dekoşin: mela mistefa barzanîKes be pyawî şa û cûleke û emrîka danên û xoyan le çaw ew be kurdî bê xiłte û xału’ał řanên. ewaney xirapey dełên, hergîz nałên dwazde sał le moskoCih jyawe û degeł pyawe gewrekanyanda hewał bû. hîçyan nałên le şořşî dijî be’sî, řûsyaş wekû emrîka û xêrewmendanî ûrupa be pûł û derman û şimek yarîdey barzanî dawe. eger hêndêkîş neyzanin? ewaney êsta le kardan, zorbeyan agayan lêye û dezanin qisekem řaste. řołî şa her ewendebû dijî be’sî tengey hurimz û ehwazxiwaz, řêga bida be êranda komeg be barzanî biga. ewîş çilon geyştinêk? herçî hatote em dîwe? hîç nebê nîwey dizîwe. katê be’sî degeł řûsan peymanî pazde sałey best. laşyan wabû newt û xelîcyan kewte dest? wîstyan barzanî naçar ken ke şořşeke des berda û herçî be’sî îmlay deken? îmzay bika. dena destî lê berdeden û be’syanîş zor behêz deken. be’sîş deyangut kerkûkCih û xaneqînCih û lîway dyale û şêxanîş nabê leser kurdistan bê, deşbê wek ḧizbî kimonîst bêne ber fermanmanewe û bibne nokerî xwêřîman. barzanî zanî mirdin û lenaw birdinî şořşî zor lewe be şereftire ke ew mercane qibûł ka û serî bo ew nenge şořka. řûs be’sî be hemû çekêkî tirsêner û řûxênerî xoy teyar kird. emrîkaş dî em hewîre zor aw deba. be êranî gut: řê bigre û destî le komegman berda. wek êsta ke le şay berda. wekû xom baş agam lêye, ewî řast bê: řûs êmey be şikandin da. dena bumdyen û şayek neyandekira be maçî seddamman biden. barzanî zor baş deyzanî derostî řûsya naye û řûsîş wek hemû dewłetêk bo qazanc û sûdî xoyan bawkî xoyanîş defroşin. neşîdewîst hezaran lawî kurdî dîş be xořayî be qiř bida. naçar ewîş wek zor le pałewananî tarîx şika û humêdî bû ew lawane ke demênin dwařojêk hel wegîr dênin û debnewe şořişgêřî kurd. çakîşî kird ke be qisey řûsanî nekird. ewa dîman ew sûraney be fermanî řûs çûnewe berdestî be’sî. çyan lê hat û êsta le kwên?

ême hatîn bem dîweda û bûyne yexsîrêkî ’ewdał, wek towî gał le zewî kurdistan nebê le hemû şar û dêhatî êranda biławyan kirdîn. be qewlî şa «ta cezb bîn». zorman le german, le serman, bê cêge û bê nan û derman, le naw bêganan lê mirdin û kes şînêkî bo nekirdin. min ke carî dûhemim bû koşkî humêdim deřmya? xom be tenya dûqat beqed hemû lêqewmawan xemgîn û sîs û jakaw bûm. herçend be tikay barzanî negîram û her degeł barzanî dejyam, eger qisey řastit dewê! wek kewê le tepke kewê le fiře kewtim. biřyarim da paş ew hemû bełayane. belay şî’ir û mî’ra neçim. bełam koçkirdinî barzanî. kûrey diłî sardewebûy nêł damewe û le biřyar hełgeřamewe. lewsawe ke hatûmewe? bo yekem car bo beřêkirdinî barzanî şî’ir hatuwe be lamewe. êstaş ewa carubare xarîc le karî îdare kawêjî kon dekemewe, wirte wirtêkim lêwedê. bełam wek xom ta biłêy kem nirit û bê bayîn.