zerdî lîmo

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  815 Dîtin
çareřeş bûm û le řêy xałî řeşa bêçare mam
dek çi gyan sextim ke min ta êste her lew bare mam
«min legeł mecnunî hawřê bûm le řêy şêtî û ewîn»
ew geyî be nyaz û min bê dił û aware mam
bo hirûjim kewte kar şîrî biro û tîrî mijoł
kun kunî dił dûr le hejmar û cerg sed pare mam
guł beden emřo le gułzara gułî pişkûtbû
guł depşikûtin le dem, sersamî ew gułzare mam
bubulê le dyarî guł diřkî le qaçî řadeçû
min be diłma çû le seyrî ew gułî bê xare mam
şewřeşî piriçit diłî sawamî wa dêwane kird
her le mindałîmewe bew tarewe petyare mam
pîm dełê: řeng zerdî wek lîmoy hejarî min witim:
řeng nemawî ew nemamî bejnî lîmo dare mam!