dîsan ẍezel

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  559 Dîtin
nesrînî qundîlanewu nazdarî nocwan
çatir nimûne, sûregułî baẍî kurdistan
kułimit geş û betîne wekû cewrî mustebîd
piriçit řeş û dirêje weku řojî kurdekan
bejinit heqî jyanî hemû mîlletî biçûk
azadî kurdisane demit lêy nîye nîşan
dujmin betang le serte eto taze sazdekey?
lem qeřnî bîste tîrî mijoł û biroy kewan
çawit hewałî bextî mine řoj û şew bexew
nazit mîsalî derdî mine dem bedem giran
egrîceket ke dête nezer řûtî girtuwe
dił jan dekat û dêtewe bîr wez’î nîştiman
bem kîjîyeş dezanî ke hawxiwênî xot nebê
nabê be yarî bigrî, hejarNasnava edebî besyetî eman