eger awha nekem çibkem?

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  567 Dîtin
sałî 1953 le kerkûkCih, le situdyo sona. şagird wênegir bûm. mela şukur mistefaşKes wiçanî danişgay bû, becûte lewberî xase le jûrî utêlêkda bûyn, min deçûme kar û şorbake ew lêy dena, jyanî ew řojanem lew şî’raneda xistote řû, ke demelaskey meḧwîKesm kirdotewe:
le kerkûkim be’ab, areq leber germa nekem çibkem?
ke berçayî be mastî şil, be pyałêk ça nekem çibkem?
hemû řojê se’atê dwan nebê, awî utêl debiřn
eger terxî dem û çaw şitin û îstînca nekem çibkem?
le ḧewt û nîw debê bo kar biçim, řêm çaregêk dûre
le ḧewt û çaregêkřa şanî bo pêda nekem çibkem?
le«dark řûm»y piř haław û bên naxoş û bê menfez
eger çend tebi’ û tekbîrêkî bo «sona» nekem çibkem?
le dwazdey dêmewe birsîme mandûm qiřqiřî zigme
ke wirgî lamezeb ta mil piřî şorba nekem çi pikem?
be mastawêkî şîn û tam nedar, yan awe befrî zor
bedû hêşû tirê, yan giřke borê ba nekem çibkem?
îtir her bangî tenzîlate yan şerbet be dû filse
le cêgey xew cinêwdan, dad û waweyla nekem çibkem?
ser êware dûbare kare ta şew katî ḧewt û nîw
lebatî sînema û gerdiş berew xew řanekem çibkem?
şimek hełgirtine bo ban û xodane be’erzîda
heta xew dû qisey qořîş degeł şukira nekem çibkem?