beytî seremeř

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 30 Xulek  2442 Dîtin
sałî 1948 řojêk le řojan le řojnameyêkî ’erebîda le jêr diroşmî «koşkî bilûrîn »da çîrokêkî kurtî řemzîm xwêndewe ke le bwêjî turk «sibaḧ aldîn ’ilîKes» wergîrawe. çîrok nizîkey nîw řûpeřî řojnamey girtibû. herçende zor le perdedabû, zor benhênî pyawî tê degeyand ke mebestî çîye. bełam dîsan zor karî kirde ser mêşk û diłim. puxtey çîrokim her ledłidabû ta hênamye ser ew bîre ke awa pan û pořî kemewe û herçendî kêşî dêt řaykêşim û çî le diłimdaye boy bikeme nêw’axin. egerçî beşî zorî min lexomewe peřupom lênawe û peřim têda heławîştuwe. bełam her leserme zor supasî gyanî pakî ew bwêje berzey turk bikem ke binaẍeke ew dayřiştuwe. bote dabêkî taze herkes şitêk denûsê deykate dyarî bo kesêk, minîş em seremeřey xom pêşkeş bew kese dekem ke hemûy dexwênêtewe û xełkîşî lê tê degeyenê .
***
ḧîkayet xwan
şewêk le şewî payz
xwa lê xoşbû mam bayz
pîrêkî dinyadîde
dana û zana û geřîde
qiseřewan, gifit cwan
şîrin řawêjî ziman
le gwêy agirî mizgewt
se’at geyye şeş û ḧewt
ewe deygut: ḧîkayet,
xoş bû beder le ẍayet
awî gwêçkey damewe
wehay bo gêřamewe
sê tenbeł
hebû nebû, le zûda
le dewranî pêşûda
sê zebelaḧî bêkar
çewre û şelatî nawşar
dest û pê sipî û tenbeł
pîs û bogen û çepeł
yek le yektir xwêřîtir
her boye bûn yekdî gir
nanî be řencî şanî
her nawyan nedezanî
bexwahîş ba û be zorî
dejyan be miftexorî
her şew deçûne małêk
sêsed û şest le sałêk
selam melêkim ḧeme
mîwanî toyn ew ceme
a tuxwa pûr xanim can
tozê kere û sê çwar nan
çibła bû xuşke řabî!
nabê tozêk bo xwa bî!
tirxênêkman bo lênê
ahî diłman bişkênê
çend sałê wa beřê çûn
ta lay xełk bojo bûn
kes beřbey nedepêwan
naçar dayane kêwan
şewêk lêre, yek lewê
her nanezg des kewê
wa fêrbûn małangeřî
segyan pê nedeweřî
hênd çuxtî bibûn le swał
mela fiřêy da metał
şêxan le beryan bezîn
betałyan kird xwanî zîn
dêwane kewtine hawar
seryan da le berd û dar
gutyan çyan boman nehêşt
ba byanxoyn le batî çêşt
tenbełbaşîy zemane
tirsan byanxon dêwane
benaçar dayan biřyar
yekcarî biçnewe şar
şarêkî mezin
le kelê weserkewtin
mandûbûn, tozêk xewtin
hełsan nořyane çwardewr
dinyay samałî bê hewr
le dûr şarê dyare
piř gumbez û minare
piř qeła û bałexane
’ecaybî zemane
ne serî dyare ne bin
hezar şeytan deka win
şeqamî hezar hezar
řakşawin le gerûy mar
hezare zîley nawşar
zyad le endaze û jimar
wek leşkirî mel û mûr
řeş deçûn decmîn le dûr
tenbeł matî day girtin
dîtyan tarmayî mirdin
çon bijîn lew şarî piř!
êmey xwêřî û şiř û wiř!
leber zor bîrkirdinewe
xewnûçke deybirdinewe
yek le hemwan pitir seg
pêyan degut qułî beg
le piř serî hełbiřî
de awałan řaxuřî:
ser berejêr, ba biçîn
fêłêk heye pêy dejîn
«çon fêłê? şeytanîye
beşim le zorzanîye»
le řêge têy geyandin
le dił û mêşkî çespandin
jyan lew şare
hatin, geyştine nawşar
pêda geřan ser û xwar
le hîç kwê cêy wa nîye
bêkarî têda nîye
ne dewłemend, ne hejar
ne gedaye û ne xunkar
ne zordare û ne bê zor
wek yek sipî û řeş û bor
hemû kes deka karê
çî peydabû êwarê
dête jimar û defter
dabeş dekirê beqed ser
kê lekar azatir bê
debê beşî zyatir bê
herkes karî nedekird
bê nan le birsan demird
be mîrat nebû
îtir le mîrat nebû
kuřî xan û xat nebû
dewłemendêk mindar bê
yekem sûtxorî şar bê
kuřî caşe kerê bê
bê şerim û serserî bê
ziman pîs, dem bogenîw
behoy lîrey mam topîw
bibête gewrey komeł
ker deberka pêste keł
bê aẍa bû
lêy nebûkuřî aẍa
şew binwê le wetaẍa
be řoj biçête řawê
be tajî û tifeng bawê
areq neçête twêłî
bijî be ḧîzî û dêłî
temaḧ kate xêzanî
cwanî ře’yetekanî
bê mandûbûn bê hewł
bipoşê çekme û kewł
kewa û patoł, espî çak
le dwařoj bê tirs û bak
wek kurdewarî nebû
ne beg bû, ne bêgarî
nek weku kurdewarî:
cutêrî des qełşawî
behrey dêm û berawî
areqî nêw çawanî
xoy û minałekanî
sał dwazdemang mandûbûn
derkewê tarîk û řûn
leber biłêsey hetaw
le dirwêneda çemaw
be piştî kûř heta şew
ta la be lay dexa xew
minał her yek gwêy karê
bigrê heta êwarê
ne xwêndinga û ne derman
çawyan piřûş le german
bê cilk û berg û pêław
le espê û kêça xuraw
řût û qût tewawî sał
nanyan co û zuřat û gał
zistan lerzîw bê agir
lewan cê xoştir mamir
genim û tûtin peyda bê
hergîz denkyan bo nabê
pêk hatûy sał be xiřî
bo aẍa û jin û kuřî
aẍa bîkate qumar
xanim xercî ka le yar
kuř bikřê cile tajî
ceyran le serman najî
ne şêx ne tekye hebû
ne derwêş û ḧawu ḧû
ne dêwaney agirxor
ne sofî çiłkin û bor
edî çon bû?
hemû kes pak û xawên
hełkiraw çak û dawên
ne zîndan bû lew şare
ne kuştin, ne qenare
necwêndan, ne hera û şeř
ne fêł û ferec ne geř
ne dizî û ne gîrfan biřî
ne kîne û ne dił piřî
ne hetîwî kołangeř
ne sîldarî çirç û leř
ne jinî birsî û bêçare
abřûy bida be pare
dermange û nexoşxane
zyad le pêwîst heyane
minał ke taze debû
komeł dayk û babî bû
dayk deçuwe zangewe
be zigî heşt mangewe
mamanî jîr û zana
yarîkar bûn le zana
nêwik biřîn, firiçk dan
deykird bijîşkî çazan
deyan kutan bê bertîl
bo awłe û çawqułke û sîl
ta le zanga detraza
debû be gwêzî aza
dayk sê mang wiçanî
dedraye dewrî zanî
kê minałî zyatir bû
lewîtir bê xemtir bû
le sê minał bewlawe
beratî bo debřawe
kê de minałî bwaye
mûçeyekyan dedaye
bab û daykî pê dejyan
xenî debûn le xoşyan
temen biba penca sał
pałî dedawe le mał
jînî beřêwe deçû
her şarnebû, beheşt bû
tenya ’eybêkî hebû
zor xwêndinî lê nebû
le ber zor ’aşiqekarî
kemtir bû xwêndewarî
heta dû sê poł, minał
deyxiwênd û deçowe mał
çend lawyan hełdebjardin
bo laweyan denardin
biçin bijîşkî fêrbin
ne dezanra ke xwêndin
bo jyan û kar bijîwe
kar bê xwêndin hetîwe
neyandezanî herkes
kem bixiwênê û biłê, bes
řenge fêłî lê bikirê
nîzîke firîw bidrê
bêcge le zor zanistî
neyan bû pêdawîstî
ne derd û xem ne kizî
ne le jyan weřezî
kar ke nedema êwar
lehemû suqaqî şar
dengî mûzîk berz bû
mûzîk hezar terz bû
debû be bezim û sema
cêgay kizî nedema
qaqay lawan û pîran
xemyan deda ber şîran
ta nîweşew kuř û kał
deçûnewe berew mał
le xanûy xoş û germa
le nwênî pak û nerma
lêy derdekewtin bêhoş
deyan dît sed xewnî xoş
kê bê ew dewre têk dat
her dexewnîş nedehat
koşkî bilûrîn
tenbeł be şara geřan
deřoyn û deyan neřan:
ay lew şare çend pîse
ay bextu çend negrîse?
şarî wa abřû çûne
ne cêy jîn û lê bûne
kê bîstî le řûy zemîn
şar bê koşkî bilûrîn!
koşkî bilûrîn kwanê!
ewe bo kes nayzanê!
wêran bê em wełate
bê bilûrîn qełate
wayan be qew deqîjand
ḧeşamatyan harûjand
boçî başe?
xełk be suřmanewe
weramyan dedanewe:
boçîye ew koşke bo şar?
xo ne aşe û ne ’enbar
ne berge, ne nan, ne aw
ne caw, ne diraw, ne pêław
berzîy gyanî
tenbeł be qawu be qîn
her pêyan pê dekenîn:
ey xełkîney hîç nedîw
na necîb, hetîw metîw
her nan û aw dezanin
hemû bendey zigtanin
pêtan waye: beřê çûn
hebê, hemû şit be tûn
necîbî û berzî gyanî
her me’natan nezanî!
kwê bê koşkî bilûre
le řeḧmetî xwa dûre
gepcařî şarî dîken
bo gałtecař ḧentîken
wa bar dekeyn le latan
řû dekeyne wiłatan
lew cêy beřêwu cê bê
koşkî bilûrî lê bê
em base dekeyn be qaw
abřûtan deçê tewaw
le naw gelan şermezar
debin û dekewne ber zar
şende û mende
xełkî şar bîstyan eme
kewtine çipe û hemheme
lawan gutyan her êste
koşkî bilûr pêwîste
karman bê koşk gende
kem nîye şende le mende
çon xełkî tir heyane
le çaw ewan çimane!
abřûy şarî xo nabeyn
debê em şerme labeyn
koşkî bilûr le şara
wek xałe leřûy yara
pîrîş gutyan kewabê
biş bê zyanî nabê
şwanî naxwazin?
řûyan kirde sê tenbeł
nek sê tenbeł, sê deẍeł
wityan ey pyawî zana
ey le ’eqła tuwana
wek le derdan dezanin
her boxoştan dermanin
koşkî bilûrîn çîye?
zanistîman pêy nîye
de êwe teşrîftan bên
boman danên: řêwu şwên
lengo bîr û leme kar
lem şerme bibîn řizgar
«begurgyan gut bibe şwan
day daye qułpî giryan»
«wityan: gurge degrî, bo?
witî: detirsim le diro»
tenbełîş gutyan: ḧey ḧey
ca ewe çon dekirê û key?
natwanîn lêre gîr bîn
lenaw şûşeda pîr bîn
geřîdeyî û şarew şar
laman xoştire le kar
xełke seryan germ bû
diłřeqîş diłnerim bû
lêyan depařanewe
diłxoşîyan dedanewe!
wityan sa swêndu edeyn
bîken herçî pêw dekeyn
gutyan swêndu bo dexoyn
çon dełên: wa řê deřoyn
qułî ew qułî nema
qułî begî çenberî
tepłêkî na ser serî
kilke řêwîyekî tê xist
sê çwar şîşoqey wêxist
ferecîyekî pan û poř
gułîngey pêda kird şoř
pênc şeş zirîze û zincîr
le ferencî kirdin gîr
simêłî lê kirdin qît
çaw be çawîlke bûn zît
pantołêkî delîng fiş
deq neşkawu xişexiş
mamze û çekme û cîře cîř
hera û qîře û şîře şîř
herwa bem fak û fîke
bû be pyawêkî dîke
be heybet û metirsî
cêgîr bû leser kursî
tenbełî dûhem
dûhem tenbełyan hêna
řîşê dirêjyan lê na
çawyan řişt be kil û kiltûr
depêy kird êmenî sûr
tezbîḧê hezar dane
de milyan kird şêxane
le seryan best şałî şîn
nawyan na şêx miḧyedîn
wa leber çaw zil bibû
pyaw zendeqî lêy deçû
hawałekey tir
sê hemyan be řûxoşî
bergêkî řeşî poşî
sê çukłey ḧîle bazan
nawyan lê nabû: çazan
cil ta biłêy fiş û foł
sê çwar gez kirabuwe qoł
kiławêk leser serî
kiławî çî! lengerî!
weku gwêy kerî ciřcał
sêberî bo pênc sed mał
kewşî birîqedarî
řewtî be lence û larî
qełemê zil leser dił
kitêbêk lebin hengił
ta bizanin em aẍaşe
qanûn řêkxerî başe
yasay taze
ałqey yasa têk xira
zincîr bo gel řêk xira
yek: ew koşkey saz debê
piř le xoşî û naz debê
koşkî bilûre benaw
pêy hełmekałên beçaw
dû: herkes pêy biłê xwar
yan cwên da be berd û dar
yan lêy kar neka be dił
yan le bêgar bika sił
dekujrê le dinyay řûn
le qyametîşe mel’ûn
sê: herkes le zor û kem
lêy dawa bikirê herdem
neydat bo koşkî bilûr
dekujrê bepêy destûr
kar le koşk
des kira be kar emcar
le xoştir mełbendî şar
hezar xanû têk dira
bingey koşk řo nira
behezaran karger
le ḧed beder bareber
řemił û berd û quř dênin
binaẍe damezrênin
çî pişte û ’erebane
le keriste kêşane
muhendîs û mî’maran
des řengîn, şîrin karan
destyan da des karger
binaẍeyan birde ser
be bilûrî twawe
paye berz kirawe
herçî dartaşî başin
wa penceran detaşin
çend asniger pêwîste
nêwnûs kiran le lîste
hatin tewngerbaşan
çinyan qałîçey kaşan
nan û pêxorî pyawan
leser heta binawan
mast û řon, goşt û piław
qawe û çayî be lêşaw
debû bîden xełkî şar
be ton, be bar, be xełwar
zoryan lat hełbijardin
ser karîyan pê sipardin
zor xwêřî û pest û bê hest
boyan bûne darî dest
xełkyan le bêgarda kuşt
ta nihomêkyan dařişt
witarî qulî beg
sê tenbeł çûne nawî
řojî ḧefley tewawî
xutbey bodan qulî beg
ke ey gelî be emeg
ey pałewananî kar
ey řenicderanî hêzdar
nihomêktan tewaw kird
nawbangî xow biławkird
’aferîm sed ’aferîm
ewî min le êwe dîm
behîç kes wa nakirê
kes wa berge nagrê
bełam nihomêk çîye!
şaystey şartan nîye
leserman pêwîste zû
tewaw keyn nihomî dû
ewî êstaş hemane
bîparêzîn merdane
ca qezaw le gyanî min
bexo xoş meken dujmin
kê dara yan nedare
teqsîr neka le pare
małî dinya hîç nîye
nêwî çak ebedîye
kê azaye kar bika
karî berd û dar bika
fikirî başman bo kirdûn
mîdałman bo dařijtûn
le zêřu zêwî êwe
wêney xomî wa pêwe
kê zor aza û gwêgir bê
kê pîtakî pitir bê
nîşanêkî dedeynê
dey çawim, her sibeynê
dest pê keyn, duwem nihom
lemnu kewê kuřî xom
egîna karman lenge
le qatêk cêman tenge
fermûdey şêx
em care şêx řidên zil
dem boz û çaw piř lekil
serşîn weku dare bî
paş çend wişey ’arebî
fermûy komeł bizanin
eger xawen îmanin
debê em koşke sazken
ême lexem derbaz ken
herkes bo qatî dwayî
kar bika be azayî
małî xoy pê bibexşê
her ta koşk binexşê
lew dinya paş mirdinê
ḧefta koşkî dedenê
ḧefta ḧorîyan têdaye
her yek nirxî dinyaye
kê nanî xo û minałî
mafûrî çak û qałî
bênê bo ême, bîxoyn
řayxeyn, le serî biřoyn
lenaw beheştî berîn
têr dexwa şîr û hengiwîn
kê le dinya feqîre
late û kize û zwîre
kê zor pîs û çiłkin bê
espêwin û řişkin bê
le qyamet zor le pêşe
beheşt xanî derwêşe
ger dełên: to bo wanî?
bo wa xawên û cwanî?
ḧîsabî min cyawaze
şêx lay xwa karî saze
êwe zahîr deřwanin
le batîn çi dezanin!
êmey zahîr dapoşraw
batîn bê derpêyn tewaw
be zahîr ke nanxorîn
be batîn hezar corîn
jinman debînin cwane
ser sûre û bin hembane
ca lemnu kewê kuřgel
bo řêy xêr hełkewt hel
des pê biken zor merdane
xuda û şêx legełtane
yasa dîsan
řeşpoşî yasa řêkxer
emcar hate ser mînber
gutî : qanûn efermiwê
herkes heye û le herkiwê
ba bênin bo koşkî çak
nwên û poşak û xorak
birinc û řon û kûtał
gîsk û kawiř û pûł û mał
çî le berd nerimtir bê
le befir gerimtir bê
koşkîş debê wergirê
nehênête ber girê
kê be kar û azaye
naşê xo bidate dwaye
mandûbê ta detwanê
xoy be mandû nezanê
ba bixiwa herzin û co
pêxor, aw, ger nebû do
bisazênê be beşî
tûş nabê çareřeşî
kêş bê şerme û bê kare
ten perwer û nazdare
gwê nadate ’eyb û ’ar
wek nîske bê pişt û bar
le řêgey çend qiroşê
ḧeya û şeref defroşê
zor qełb û tewezele
bête laman be pele
bexêwyan dekeyn zor baş
debne gizîr û sûr baş
destyan degeł destî me
pêk bênin mebestî me
karman be î wa zore
dar naqełşê bê hore
diłxoşkere
azadin be pêy qanûn
ay çend xoşe azad bûn!
eger demirin le birsan
yan detoqin le tirsan
swał ken zelîl û zebûn
şew lebin pirdan binûn
kes heqî nîye le sertan
qanûn buwete lempertan
jin ke birsî û bê nane
deçête qeḧbexane
bo nanê xoy defroşê
derd û zûxaw denoşê
gewad azade bîkřê
lê yida, bikujê, bîbřê
be mindału nexwênin
yan baş neyan ’amlênin
yan bebê derman bimirin
yan qet řêy çake negirin
detwanin, çunke qanûn
ew řêgey baş kirduwe řûn
kê fêłbaz bê le nawtan
bidzê zêř û dirawtan
be sûtxorî û şîrbayî
be tacrî û aẍayî
yan be şêxî û derwêşî
be margirî û beng kêşî
yan be swał û sedeqe
be qanûn xawen heqe
kê lêman bêt nařazî
des ka be çene bazî
le ser hejar bête cwaw
boy bixiwazê nan û aw
kar û pêławu poşak
xanûy xawên û řûnak
nexoşxane dawakat
bo çarî derd herakat
bêjê xwêndin pêwîste
ew kese kimonîste
be qanûn gunahbare
cezay ḧepse û sêdare
le şer’îşda kafre
cêgay lenaw agire
qanûn dîmukiratîye
şitî wa baş her nîye
le řojhełat bewlawe
her em qanûne bawe
xom bextewer dezanim
řêkxerî qanûntanim
ca ey komełî azad
ey diłşad be ’edil û dad
le sayey em qanûne
êsta řojî yekbûne
mil lênên aza û cesûr
tewawken koşkî bilûr
zûy têda řobnîşîn
ke zanîman bê îşîn
ewsa xoşî le xotan
qanûn zor dekirê botan
hêndew bo dirêj debê
sertan têda gêj debê
kardarî koşk
kê le her kwê tenbeł bû
le pyawetî pûçeł bû
kê keyfî le kar nebû
be hîç şermezar nebû
řûy le koşkî zil dekird
dademezra dest û bird
bûne kardarî xunkar
kutekî destî zordar
zor xoşyan hate berçaw
bê mandû bûn nan û aw
bûn be sê beş ewane
kamey tenbełtiryane
deberyan kird keway şoř
zil û sewz ser û poř
ta bo kar xełkî han den
koşkîş qaym nîşan den
namûs û dîn pêxust ken
bedro ḧedîs dirust ken
berne mêşkî ḧeşamet
ke ta řojî qyamet
ew koşke her demênê
hîç hêzêk nay řûxênê
kê bîrkat le řimanî
demrê bebê îmanî
lewî zor seg û zorzan
kone çekmeřeq û xan
destêkyan gil danewe
her le koşka manewe
çî milhûř û eḧmeq bûn
bê mêşk û kelleřeq bûn
zoł û desbiř û çawşoř
řûnaxoş û miç û moř
ziman şiř û dawên pîs
bûne çekdar û polîs
qayş û qiroş cil û beř
şîr û xencer û weř weř
wayan le xoyan dekird
zirawî xełkyan debird
herçî koşk deyfermû
cêbecêyan dekird zû
zîndanyan dirust kirdin
cêgay řizîn û mirdin
ta her kes boyan nelwê
cêgey hebê lêy binwê
pîtakêkyan ke destand
piştî bacderyan deşkand
diraw bo koşk çende
boxoşyan dû ewende
herkes gutbay wa nabê
debû małî xirabê
deřzênra le zîndanan
dekira be tozî banan
des kirayewe bekar
ser le nwê xełkî nawşar
çûne jêr bar û bêgar
caran ke be nermî bû
ewcar bebê şermî bû
kar dekira be kutek û cwên
areq têkeł bû be xwên
gelêk polîs û çaweş
le ser fe’lan kira beş
hêndêk deçûne bazař
le naw xełkyan deda cař
zûbin nan û cil bênin
xêraken, řamemênin
goşt û hêlke û şîr û řon
tûtin û peř û ’etir û bon
maş, birinc, nok û nîsk
bizin û meř, kar û gîsk
xełkî koşkîş hêndîngon
zoryan dewê têr bixon
komeł giş tîre û gelî
kewte ser sacî ’elî
nema bîxon tund û şil
ẍeyrî swênd be koşkî zil
tiřî xusrew
ew komełe hejare
řizgar debûn lew kare
karê tir deygirt ciłew
bibû be tiřî xusrew
bêgar her nedebřawe
her lew koşke giławe
be dwan řanewesta kar
nihom bû be sê û çwar
hemûş her cimey dehat
leber zorî ḧeşamat
giştî nanxorî tenbeł
řijd û çinok, be gêçeł
herwaş zor debûn xwêřî
xwa wexêrî negêřî
nedetirsan
danîştûy ew seraye
le gałte û gep û kaye
le xwardinewe û le mestî
leber şehwet peristî
le bîrî jyan xoşî
kewtine bîrî bê hoşî
fikiryan nedekird carê
he yaran xełkî şarê
nan û awman leseryan
cilman dakend leberyan
parûman lê řifandin
êskîşman lê kiřandin
axir carêk, awřêk
le hezar meř kawřêk
şitêkyan bideynewe
bîrêkyan lê bikeynewe
pyaw mangayek dedoşê
şîr û řonî defroşê
deyspêrê be gawan
bîbate mêrgî pawan
be dar lêy nada be qew
deybate tewîle şew
le tirsî quřn û, geney
dedozê kilk û çeney
her bikoxê leserman
deygate ser be derman
tajîyekî heye bo řaw
leber xew çaw hełmisaw
kilk le gełoz, bogen
nan bênin bo sey řesen
ta payz bexêw dekirê
kerwêşkê bigrê û negrê
bełam miskênî hejar
połay pałewan le kar
areq řijên û cûtker
das weşên û řenc ber
benna û cołay kutał çin
fîterî poła û asin
leser hêzî karger
zewî girtûye lenger
çon wek segî nezanin!
wek mangay lê neřwanin!
natirsin ew ’îfrîte
ew ser meřî çaw zîte
řojêk lêyan řapeřê
text û bextyan wergeřê
katê pêwane piř bê
bîkeye ser lêy deřjê
lewêş pêwane piřbû
xełkî şar ḧałyan şiřbû
pyaw heta dewłemende
tirsenoke û derbende
detirsê tałan bikirê
qerzî lay xełk buxrê
newek mułkî lê bibiřn
zigî gamêşî bidiřn
bełam hîçit nemênê
kêye çit lê bistênê!
bezmî řûtî
dełên holako carêk
deçête dewrî şarêk
dełê le çûk û gewre
her kes pêw waye çewre
de lîrey lê bistênin
diłî hejar meşkênin
le binewe nardî pyawê
leşar bigêřê çawê
dêtewe dełê: aẍam
tewaw be şara geřam
bacder bar leser lêwin
î zor zil quř depêwin
dełê kê bote ḧacî
hezar lîreye bacî
kê lewan newî tirin
xow endazey bigirin
namewê çyan bimênê.
casûs xeberê dênê:
xełk kemyan weřezin
her ḧacîn tozêk kizin.
dełê: ḧacîyan tałan ken
ca werin bom beyan ken.
casûs dê be pêkenîn
ke ey xanî ser zemîn
bezmêke bełam bezim
kes nema biłê ezim
kes agay le kes nîye
ferqî şêx û qes nye
têk hełdane û şeřeşeq
çiře û guře û çeqeçeq
hełperkêye sê cirtî
serçopî ḧacî girtî
qazî goranîyan dełê
melê û memo û sewzełê
xanî wişyar û zana
bilîmet le cîhana
dełê: name ba řakeyn
şarêkî tir peya keyn
bezim bezmî řûtîye
hełpeřkêy nabûtîye
çyan nema lêy bitirsin
wa le xoşyan deřeqsin
bêne serman emane
řût agirî bê emane
qet yekêkman nahêłn
zûken becêyan bêłn
simêł danan
wa lêreş xełkî şarî
kewtine bezmî hejarî
hêndey małyan xurabû
hêndeş tirsyan nemabû
řojêk le koşkî bilûr
destûr dira be me’mûr
ewîş têy hałandin geř
debê bênin seru meř
wirde û pîr û herzekar
çyan hebû dar û nedar
dwamîn qoşey heyane
birdyan bo tenbełxane
wityan: axir kwa însaf!
tałan kirayn saf le saf!
gutman koşkî bilûrî
zor şitêke zerûrî
xo neman gut hezaran
le tenbeł û bêkaran
bibne nanxorî bê îş
simêłman naye ser řîş
pêman nałên çîn ewe?
bo kwê deçîn her hewe
qûtûda kuław û kał
zigtan têře yan cewał?
ew hemwey dekwê denên
kay êmeye, ey kadîn?
kilke leqe
qulî begî ’entîke
zanî beła nizîke
besed qanûnî řeşpoş
agirêke nabê xamoş
be zorî danamrê
be bê nermî nakirê
boy kewte kilke leqe
witî çî dełên heqe
fermûn, fermûn werne jûr
bibînin koşkî bilûr
dîmukiratî denwênim
ře’yetî xom dedwênim
heqtan heye bipirsin
daway cwab ken, metirsin!
kwêřa zor bûn?
wityan: ey xawen şiko
ger giran naye le to
bêje ew koşkî wa zor
çon wa piřbû le nanxor?
çilon řîşey mew kêşa
axir êwe le pêşa
sê kes bûn, hatin pêrar
kwêřa bûne sê hezar?
be gołmez fêre
gutî: o… ey kuřanim
weramtan baş dezanim
min zor be gułmez fêrim
werin botan bijmêrim
em sałone zelame
bo řonîştin cêgame
ew jûre lêy dexom nan
eweş bo qenne kêşan
dîwî qaweye ewe
eweş cêy çêşte xewe
howeş ḧeremseraye
sed jinêkî têdaye
’eybe gutenîş, ewan
bo bezim û gałtey şewan
be řoj le karî êwem
şewîş ta řoj lew nêwem
em efendîyey wa qoze
wa be de’ye û be poze
komegim deka be bîr
nêwim lê nawe emîr
eweş komege bo em
xotan bibjêrin sercem
sî çil gomeg bo komeg
hemûy xan û aẍa û beg!
emyan qaweçî xome
begzadeye… ne dome
eweş komegî ewe
wek hî pêşû bîrkewe
de kes çira hełkere
çil kes gesk lê dere
pênc şeş kes mêş dekujin
cilşorman bîst û dû jin
de kes baweşênkermin
çil penca çêşt lênermin
lew xełke sê ya çwarî
le gełma deken yarî
peř û şetirinc û texte
derdî bêkarî sexte
beçî wextim řabwêrim
yarî lemêje fêrim
şeş ḧewtêk qisexoşin
cefengim pê defroşin
dû sê kesyan şa’îrin
zor xowêjî mahîrin
be diroy qełewu pitew
pêm hełdełên řoj û şew
hêndem pê hełgutrawe
xom le xom lê gořawe
çend kesêk segewanin
zor başî lê dezanin
tajîyekanim zor başin
le nan xwardin wek aşin
çing dirêj, naw dest biław
heta biłên xêran le řaw
heło heş no carî kuşt
kerwêşkî sîxwar le pişt
řêwî řawkird le kêwî
be xway fêłbaze řêwî
ewî lew jûretan dîn
hemûyan řojnameçîn
nûsîn be pûł defroşin
’eyb û ’arman depoşin
herçî bîkem, zor û kem
binûm, bixom, deberkem
çî bê tame bibêjim
yaxo bişkê desniwêjim
çon řêk û pêk û cwane
bom denûsin emane
dinyay bebê řojname
jyanêkî ḧerame
meyterîş ew çil kesen
espim hen hemûy řesen
zig têř û dem destařn
le pesta co dehařn
le girêwe espa taqin
dirêjin, leser laqin
her espê pêşyan kewê
zewtî dekem her lewê
emeş xwacey ḧereme
ta çakey biłêm keme
agay le jin û mał debê
tûşî sed obał debê
çend lawêkî be deste
piştî xotyan pê beste
ew ser bê tûke û dîwe?
binan gwêy derpeřîwe
zig zelame û mil estûr
çene kurt û lût şeypûr
zor wişyar û be heste
de nûserî bedeste
ře’îsî bac girane
erkyan zor leser şane
çî êwe deyden beme
her çend biřêkîş keme
denûsrê her le řêwe
çon xwa hełdegrê, êwe
baweřîtan be min bê
bêłim hîçtan lê win bê!
em pîreş ser bijîşke
meydiwênin: kelle wîşke
le henderan hênaman
destî mintan be daman
zor lelay řamewestin
gelêk şitî be destin
ew taqmeş mosîqarin
hełbijêrawî şarin
bilwêr jen û qam bêjin
înşałła řojî cêjin
ke zor bênin cêjnane
zor gwê degirin lemane
ew aẍayeş ře’îse
yanî serek polîse
êwe xotan dezanin
zor kes zor bê wîcdanin
zîndûn le mułkimanda
lew deştî dûr û panda
lejêr ’asmanan dejîn
carêk nałên ême çîn!
hełdemjin heway ême
nařeqsin be nay ême
pîtak naden be cwanî
minîş bebaşim zanî:
cenderme û kutekman bê
pyawî xawen çekman bê
ta kê zor bac nahênin
tozêkyan tê sirewênin
em kabra simêł fişey
ziley be nirke û mişey
mil çirçey şepke leser
lejêr destî dan nûser
kakî serok teşrîfe
zor pyawêkî zerîfe
herkes bête koşkewe
yan derçê le derkewe
deyan nûsin le defter
ca êwaran ser leber
hatûçoker debjêrin
řastî gelêk bexêrin
cê řaxer û cê hełgir
kêşkiçî cuçk û mamir
çend ḧemamçî û kareker
çend derkewan û noker
hênde dest û pêwendin
xoşyan nazanin çendin
dîmukiratî awaye?
ewî pêtanim fermû
hełm bijard mast û mû
tenya hî minin, î wanîş
yanî řefîqekanîş?
çazan û şêx محیەالدین
wa bizanim zor pitir nîn
dîmukiratî awaye
hemû kesêk biraye
lew řojewe ke hatûyn
bo koşk desteber bûyn
nerim û řeq herçî małe
beşî em dû hewałe
wek xom damnawe û çatir
ca êweş, tozê zyatir
sê ewende bijmêrin
xwardinman bo binêrin
kwêxatan kem nîye!
demewê tê geybin baş
çiman nexwastuwe, belaş
emane gişt nan dexon
kartan bo deken, ca çon
le êmew dête berçaw
goşt û řon û nan û aw?
êmeş zeḧmetman kêşa
şan û pîlman zor êşa
mêşk û bîrman mandû kird
koşkêkman le nebû kird
nawbangî koşkî êwe
geywete kwê le kwêwe!
xwa êmey bo geyandin
dinyaman pê nasandin
detwanin xo hełkêşin
le koşka zor le pêşin
hîç kes şitî way nîye
kes hênde kwêxay nîye
qedir girtin
emřoş kewa mîwanin
namewê way bizanin
min êwem le bîr nîye
neqłî mar û sîr nîye
herçî lêtan sênrawe
xo tewawî nexurawe
ew meřaney hênatan
be dyarî bo biratan
goştyan xura le çêşta
seryan hermawe hêşta
dadey noker řapeřn
bênin çî sere meřn
řaken, zûken, bizanim
êweş ey birakanim
herkes serê wergirê
bê zeḧmet biçte derê
beg kirdinî wiř û kas
hêndey hełřijit qise û bas
xełkî şar be lare lar
dił birîndar û hejar
ser bedest be pirte pirit
berew derke řêy dagirt
serî pûçeł
deyan wîst biçnewe mał
lepiř kuřêkî mindał
bangî kird: xełke meřon
deçnewe mał çî dexon?
em serane kuławin
mêşkekanyan nemawin!
qulî beg le pencerê
serî hênaye derê
gutî řołem mewestin
bo mêşk çi derbestin?
mêşk bo êwe çîye?
çi behrey pêwe nîye!
yekêkî tir neřřanî:
edî kwanê zimanî?
gutî: gyanî şîrînim
ziman darit nebînim
çi karêktan be zimane?
mepirsin lem nezmane
xwa neka zimanû bê
bo ême zyanû bê!
yekê heray kird be qaw
kê dîwye serî bê çaw!
qulî beg tûře bû lêy
gutî: çaw zît kuřî kêy?
çawtan bo çîye? çawim
ledaxan hełmisawim
çaw bo dîn dandirawe
nabînin, çû le çawe!
serî nawî
dîsan gelî jyan tał
bizûtnewe berew mał
řazî be serî kuław
bê mêşk, bê ziman û çaw
bełam lawêk nêre kuř
guřandî be hêz û guř:
min em serem bo çîye
hergîz karim pêy nîye
ser le desta, xoy bada
girtî û be koşkî dada
řehoł
’alem be carêk tasan
kewa be sûk û hasan
koşk kun bû bew sere
lerzî derk û pencere
cêy em sere çikołe
zile dełêy řehołe
dyare tîtał û ho bû
qisey mela diro bû
ser koşk deřûxênê
herkes serî xoy bênê
serbaran
herçî seryan le desta
hemûy beřîz řawesta
bangî kird yekêkî pîr
pîrî dinyadîde û jîr:
yałła kuřgel xobaden
sertan be koşk daden
yek cê le layen yaran
koşk kira serbaran
koşkî zil kirdî xirme
le dûr debîsra girme
herçî têdabû mirdin
çewtî bew derdey birdin
her hêndey yek kifle kûn
detgut tenbeł her neşbûn
koşk neyma asewar
bêcge neḧlet le zordar
bezme
minał û pîr û ciḧêł
destyan da pêmeře û bêł
pakyan kirdewe tewaw
bilûr û şûşey şikaw
lecê koşka girtyan dest
lawî qoz, kîjî çawmest
řoyne û çopî û şêxanî
deyangut be goranî:
«be zor bistênî meřê
kelleserit dête řê»
paş bezim û şîrnî xwardin
kewtinewe hełbijardin
kê caran kar řêkxer bûn
kê zortir behreder bûn
hełbijêran dûbare
pê řabgen bew şare
dîsan wek carî caran
destyan dayewe karan
herewezî jyayewe
bijîw zor kirayewe
bextewerî û jînî xoş
xemî kirdin feramoş
her ’eqłey le xesarêk
têgeybûn lew medaye
hoy çî bû ew bełaye
zanîyan ke xwêndin nebû
bew derdey birdin kebû
dersyan wergirt dersê baş
qeraryan da lemewpaş
hênd dirust ken medrese
ta xoyan dełên bese
çi kiç bê û, çi kuř, minał
ta degate çarde sał
meylî bênê û nehênê
be zor debû bixiwênê
her minałê wirya bê
ba xwêndinî bała bê
zorbin xwêndingay biłind
řîşey jyan biken tund
ger xwêndewar bê komeł
naxwa firîwî tenbeł
wesyet
ta êstaş kone pyawan
wesyet deken bo lawan
deẍîl: neken behîç cûr
dirust ken koşkî bilûr
bełam dinyabû, řojgar
tûşî kirdin be naçar
pêştan wabû lanaçê
be hîç qułing û paçê
sê çwar serî bawênê
xatircem deyřûxênê