hejar amojgarî bo şêrkoy kuřî xoy deka
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
3 Xulek
817 Dîtin
şêrko kuřî xoşewîst û jîrim
zaxawî mejîm û hoş û bîrim
pinc û řegezî dił û gîyanim
xunçey şebeqî baxekey jyanim
hêşta betemen minał û kałî
wek derbederîm duwazde sałî
herçende kuřî minî hejarî
duwa rojî hejare nadyarî
lêm rûn nîye paşî çit beser dê
hîwam gelê pête bibye merdê
merdêkî bekar û çapik û zît
bîrê bikey û bizanî to çît?
derdî geleket bizanî çone
bot derkewê çend birînî kone
xanî le hezar û sed jyawe
ew kate le ême çon duwawe
ḧeftawu ḧewt le sêsetîş çûn
pêştir lewe kurdî ême mirdûn
ewdem ke heyan bu mîrê bo xo
emřoke pisawe rayeł û po
bwîn ewdeme pişkî turk û taran
zor êste xiratrîn le caran
newtit ke jyanî ewrupaye
bo to nîye tîrî şewçiraye
bêgane le nîştimanî ême
têr û qełewn be nanî ême
xoman hemu kwêr û kutir û birsî
jîn kurt û ewîş legeł metirsî
nabê be zimanî xo bixiwênîn
naşê ke henaseyek hełênîn
kujran be hezar hezar le lawan
azadîxuwazî bibuwe tawan
êsteş le ser em jyane tałeş
paş rijtinî hênde xwêne ałeş
kurd her le xewî nezanîdaye
her pêkewe geř û heraye
bêganeperiste xonewîste
bo hawřegezî keř winebîste
bo yektirî dujmin û neyaran
bo nokerî tabłêy lebarin
ew çaxe ke xanî pêy jîyawe
fermûye hera le ser dirawe
wêstêke hezar ewende çirûkin
bo pûlê le tay terazû sûkin
xo herçî dexwênî pît û nîwêk
ew deçte kelêk û gel le şîwêk
lay şerme ke her bekurdî bidwê
bo çareřeşîy me «bogene xwê »
xoy naw denê mil bezengî pêşřew
detdate desî dijit weku kew
zorzane le karubarî herkes
agay le jyanî xoy nîye û bes
rengin hemû kesk û sûr û şînin
kurdayetî zor bekem debînin
kê hunerî kurde yan hunerwer
kem bayî tire le tûr û gêzer
wa bîr mekewe emem diroye
bo rastîy nimûne babî toye
katim ewe geyye sî û no sał
her sałe le par pitir jyan tał
diłxoşî le rûperrî jyanim
her hênde nawekey dezanim
aware le nîştimanî xomim
awatexuwaz bejînî domim
wała des û dił piř û pejarim
serbarî hejarî derdedarim
her mange le dêyek û lecêyek
her roje mîwanî xanexwê yek
derkê nîye dadî bo binêrim
herdê nîye xomî lê weşêrim
kurdayetîye گûناە û sûçim
wek momê desaçim û desûçim
herçende ke nîme hîç deruwê rûn
her dij degeřê geřanî gerdûn
destim le humêdî ber nedawe
çawim le pisanî bend û dawe
pêm waye duwa be řojî reş dê
zor naçî ke baw û rojî meş dê
ca ba pitrîş bederd û kul bim
ba rût û kiłoł û dax ledił bim
sed hênde pejare lêm weko bê
kurd her debê rojê serbexo bê
bamin be hejarî biçme bin gił
kurd rojê debin be guł le ser çił
her hênde tikam le toye řołem
meřwane ke em şiř û şiřołem
zortir le minîş kiz û hejar bî
bê bar û nizar û lêw bebar bî
derbes mebe, bo gelit bikoşe
jehrawî leser binoşe, xoşe
bawkî to çon bû şwênî bigre
ḧîzane mejî bemerdî bimre