xêwî guł û wenewşe

1325 şemsî, le farsîyewe:
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  693 Dîtin
xêwî guł dwênê le sûçî çemen
kewte mełbendî swêsne û yasemen
gułî dîn le naw sewzey behara
hemûy wek perî le lence û lara
wenewşe legişt cwantir û çeleng
bełam le şerman sernewî û diłteng
pêy gut: ey nûrî gilênekanim
arezût çîye? biłê, bizanim
be diłxiwazî xot detdemê daxwaz
ke to wa cwanî û wa be ẍemze û naz
gutî bimdeye sewze û şînayî
win bim le ber çaw ehlî awayî
newek gułbijêr bê bekin minda
hełmipsênê le bêx û binda
nabînê mest û xewałûy ẍefłet
ne emin û cwanî ne eto û sin’et