xêwî guł û firmêsk

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  609 Dîtin
xêwî guł dwênê leseyrî deşt û der
taze pişkûtû gułêkî hate ber
dî lenaw pelkî guła sê denke aw
řêze perjînî geła girtûnye naw
xêw:
pêm biłên ey xişłî řûy guł êwe kên?
xełkî kwên û çone lêre nîştecên?
yekem:
nîştimanim ’asmanî nîlîye
şewnimim bê min gułê şewqî nîye
deçmewe bała ke řoj dê piřtewî
çunke deyka serzewî payem newî
dûhem:
min le deryay panî bê payanewe
bûme hewr û çûme řûy ’asmanewe
denkebaranî berupişt etłesim
muḧtekîr dujminme dostî bê desim
min ke dême xwarewe her ew deme
çawî cûtyar û peřî guł cêgeme
xêw řû be sêhem:
to ke bêdeng û kizî ḧeyranî tom
toş wekû ew cûte xot hełkêşe bom
sêhem:
naz leser çibkem biłêm çî û çîm emin?
qetre nîm û řemzî bedbextîm emin
hîç, ke şanazîm nîye bîłêm bexêw
her lenaw qamûsî bûnîş nîme nêw:
«nazenînê kîjî cutyarî feqîr
dawî ’îşqî hate řêge û kewte gîr
kîj û kuř dayan be yektir gifit û dił
bûne yek gyan, yek beden, yek aw û gił
dîtnî yektir bû diłxoşyan û bes
wek ewan bo xoşewîstî nebuwe kes
dayk û babî her dulaş dayan kelam
nazenîn biřwa bebûk bekirasî xam
pêşkeşî aẍa ke espêkî dewîst
gwêy giran kird nałewu zarî nebîst
bû be çiqłêk û lebeynyana řwa
kuř le tawan mird! hełî negrî xwa
çawî kîjîş emnî xiste ew gułe
xoşî awêtey giłe kuştey diłe»
min ke awî çawî bedbextêkî wam
wa le ẍem û zam û be bedbextî řijam
hawdemî û naw kořî yaranim le çî!
nazî wek awing û baranim leçî?
xêw:
ey nîşangey ’îşqî diłdarêkî pak
gewhere taqanekey ser řûyî xak
ey řijawî destî cewrî na’emîn
ey muqeddestir diłopî ser zemîn
mafî şanazît beser ’erza heye
nawî to gum nabê ta dinya heye
dij mebe řojê debê herwa nebî
bo gilêney çawî xwênimj tane bî